Di 15 saliya xwe de li dijî zewacê derket niha weke parêzer piştgiriyê dide jinan

Mehtab Karîm a Efganistanî dema ku 15 salî bû li dijî zewicandina bi mêreke ku du hevjînên wê hebûn derket, ji malê reviya, xwe spart maleke bi ewle. Mehtab Karîm perwerdeya xwe domand bû parêzer, niha jî piştgiriyê dide jinên di heman rewşê de.

BAHARÎN LEHÎB

Kabîl- Zewicandina bi zorê, di temenê zarok de ku binpêkirina mafên mirov e, li hemû cîhanê didome. Li tevahiya cîhanê her sal 12 milyon zarokên keç tên zewicandin. Efganistan jî yek ji wan welatan e. Li gorî rapora Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li Afganistanê di navbera salên 2018-2019’an de tenê li bajarên Herat û Badghisê, zewicandina 183 zarokan hatiye tesbîtkirin. Her wiha jinên di navbera 15-49 salî de ji sedî 28 beriya 18 salan hat zewicandin.

Rêxistinên jinan, ji bo pêşîgirtina li zewicandina bi zorê xebatan kirin û ji bo jinen ku ji bo nezewicin neçar man malên xwe biterikînin, dest bi kampanyaya “Reva ji malê sûc nîn e!” kir, ji bo jinan stargehan vekirin. Di heman demê de hewl dan “Zagona ku şîdeta li dijî jinan qedexe dike” derxin.

578 bûyerên zewicandina bi zorê hat tesbîtkirin

Talîban piştî ku 20 salan careke din hat ser desthilatdariyê, hemû saziyên ku mafên jinan diparastin, jinên rastî şîdetê hatibûn stargehan vekiribûn girtin. Talîbanê zagonên ku mafên jinan dixistin bin temînatê betal kir. Li gorî hiqûqê şerîetê temenê zewacê kir 9 salî. Talîbana ku stargehan girt, jinên ku li wan malan diman girtin. Bi rêveberiya Talîbanê re şîdeta nava malbatê û zewaca bi zorê zêde bû.

Di 15 saliyê de xwestin wê bi mêrê 60 salî re bizewicînin

Yek ji kesên ku xwestin wê di temenê zarokî de bi zorê bidin zewicandin jî Mehtab Karîm e. Mehtab Karîm diyar kir ku dema ku 15 salî bûye, di sala 2008’an de hewl dane wê bi mêrê 60 salî yê ku du hevjînên wî hebûn re bizewicînin, ji bo nezewice ji malê reviyaye ketiye stargehek. Mehtab Karîm, wiha behsa wê pêvajoyê kir:

“Dema ku ez bi teklîfa zewacê hesiyam pir hêrsa min hat. Min çi kir li min guhdarî nekirin. Di dawiyê de ez mêrekî ku ji bavê min mezintir bû re zewicîm. Di şeva dawetê de ez ji malê reviyam. Min cilên birayê xwe li xwe kir, porê xwe hemû jêkir û li serşokê veşart. Pir hindik pere bi min re hebû, ez ji bajarê Baktîkayê ber bi Kabîlê ve ketim rê. Her kesê digot qey ez mêr im û di dema rêwîtiyê de bi alîkariya jineke ku min nas kir çûm Wezareta Karên Jinan. Xebatkareke jin ku têkiliya wê malên ewlehiyê re hebû li Wezareta Karên Jinan dixebitî, min bir maleke bi ewle.”

‘Ez bûm parêzer û min gelek jinan rizgar kir’

Mahtab Karîm dema ku li wê malê dimîne, derfeta çûyîna dibistanê dinirxîne, perwerdeya xwe temam dike û dibê parêzer. Mehtab Karîm, bi gotinên; “Ez bûm parêzer, min gelek jinên ku çarenûsa wan weke ya min bû rizgar kir” bal kişand ku Talîban hewl dide xwendin û xebata jinan asteng bike û wiha domand:

“Min soz da xwe, tenê mirov dikare xwe ji sefaletê rizgar bike, min vê bi xwe jiya. Ger min zewacê bipejiranda, dê çarenûsa min xirab bûya. Çi ji destên min hat, min kir û heta min du keçên xizmên xwe rizgar kirin. Li mala bi ewle ya ez lê dijiyam gelek zarokên keç ên ji ber şîdetê mala xwe terikandibûn, bi hewldaneke mezin perwerdeya xwe didomandin û ji çerxa şîdetê rizgar bûbûn hebûn. Ez bawer dikim ku ger em jinên Afgan dest bidin hev, em ê Talîbanê têk bibin û komara gel ava bikin."