Li Qamişlo li ser Roja Rojnamegeriya Kurdî panelek hat lidarxistin
Li Qamişlo Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojava yê Kurdistanê(DHNRK.RK), li ser rewşa Rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Kurdisatnê panelek li darxistin.
Qamişlo – Bi boneya salvegera 128'emîn ya Roja Rojnameya Kurdî, Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojava yê Kurdistanê(DHNRK.RK), li ser rewşa Rojnamegeriya Kurdî li Rojavayê Kurdisatnê panelek li darxist. Panel li nevenda Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdisatnê ya li bajarê Qamişlo û bi tevlîbûna Rewşenbîr, Parêzer, Siyasetmedar, Nivîskar, Endamên Meclîsa Jinên Sûriyeyê û endamên Yekîtiya Ragihandina Azad û kesayetên serbixwe hat li darxistin.
‘Em ê her dem bibin çav û dengê gel’
Piştî deqeyek rêzgirtinê. Panel ji aliyê Şîpel Yusîf ve hate despêkirin. Şîpel destpêkê Cejina Rojnamegeriya Kurd li tevahî rojnamegerên Kurd pîroz kir û wiha got: “Rojnamegeriya Kurdî ku di 22`Nîsana sala 1898’an de yekem Rojnameya Kurdî ji aliyê malbata Bedirxan ve derket. Rojnameya Kurdistan bû bingehek ji bo gelê Kurd, her wiha bû nexşeyek em îro riya wê dişopînin. Her sal Rojnamegeriya Kurdî pîroz be. Her û her em ê bibin çav û dengê gel.”
Ciwan Îbrahîm diyar kir ku ji ber Kurdistan di bin dagirkeriya hêzên hegemon û desthilatdar de bû ji lewra çapemeniya Kurdî li Kurdistanê pir zû bi pêş neket.
‘Tevî êrîşan em erka xwe pêk tînin’
Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Îbrahîm Roja Rojnamegeriya Kurdî li Rojnamevanên Kurd li seranserê Cîhanê pîroz kir û wiha got: “Rewşenbîr û Rojnemevan ji bo hişyarî kirina civakê bi erke serke radibin û ew her tim di nava tevgerê de ne. Bê guman dema em dibêjin Rojnamegeriya Azad, em behsa welatekî azad dikin ku Rojnamevaniya Azad tê de pêk were. Li Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê heta roj me ya îro êrîş hene û berdewam dikin. Li Rojavayê Kurdistanê Azadiya Rojnemevanan heya astekê hatiye bi destxistin. Em wek Yekîtiya Ragihandina Azad tekez dikin ku heya binpêkirin hebin û rojnamevan rastî binpêkirinan bên em ê tu sînoran nasnekin. Em ê bi kamereya xwe û pênûsa xwe balê bikşînin li ser wan binpêkirinên li dijî rojnamevanan.”
‘Civak xîtaba nefretê qebûlnake’
Evîn Îbrahîm diyar kir ku ew li herêmên Rojavayê Kurdistanê heya astekê baş karê rojnamegeriyê dikin û wiha bi lêv kir: “Em her çiqas heya astek baş karê xwe yê rojnamegeryê dikin jî lê dîsa hindek xetên Sor ji rojnamevanan re hatin diyar kirin. Ev ne tenê li Rojavayê Kurdistanê ye. Lê belê, li tevahî Kurdistanê wisa ye. Ew Rojnamevanê ku xîtaba nefretê bi kar tîne civak wan rojnemevanan qebûl nake.”
‘Rojnamevanên ku peyv û dengê rastiyê bêjin çarenûsa wan zindan e’
Evîn dest nîşan kir ku bi dehan rojnamevan li Bakurê Kurdistanê di zindanam de ne û li Rojhilatê Kurdistanê jî çarenûsa Rojnamevanê ku peyv û dengê rastiyê derxe heman e û carna nediyar e. Ji destpêka Şoreşê heta roja îro, rojnamevanên ku dixwazin gotina rast bînin ziman tên hedefgirtin.
Evîn Îbrahîm di dawiyê de diyar kir ku ji despêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve 31 rojnamevan hatine hedefgirtin.”
Di dawiyê de deriyê axaftinê ji mêvanan re hat vekirin. Mêvanan bal kişand ser rola rojnamegeriya Kurdî û pêşketina wê û bandora wê li ser civaka Kurd.