DFG’ê: Di meha Çileyê de 14 rojnamevan hatin binçavkirin

Li gorî rapora binpêkirinên mafan a meha Çileyê ya DFG’ê, rojnamevanek hate girtin, 14 rojnamevan hatine binçavkirin, 22 şopandina nûçeyan hatiye astengkirin û 458 naverokên medya dijîtal hatin astengkirin.

Amed- Komeleya Rojnamevanên Dicle Firatê (DFG), rapora xwe ya meha Çileyê ya têkildarê binpêkirina mafên rojnamevanan weşand.

Li gorî rapora meha Çileyê ya Komeleya Rojnamevanên Dicle Firatê (DFG), 14 rojnamevan hatine binçavkirin, rojnamevanek hatiye girtin. DFG’ê, da zanîn ku pêşî li 22 rojnamevanan hatiye girtin ku nûçeyan bişopînin. Di heman pêvajoyê de 458 hesabên weke dîjîtal û medyaya civakî hatin astengkirin.

Di raporê de her wiha hate diyarkirin ku li dijî rojnamevanekî lêpirsîn hatiye destpêkirin, li dijî rojnamevanekî doz hatiye vekirin û hat gotin ku bi tevahî 3 sal, 9 meh û 7 rojan cezayê girtîgehê li 3 rojnamevanan hatiye birîn. Hat gotin ku niha darzandina zêdetirî 60 rojnamevan dewam dike û 26 rojnamevan hîn jî di girtîgehê de ne.

‘Di çalakiyên êrîşên li ser Rojava de rojnamevan hatin astengkirin’

DFG’ê destnîşan kir ku li gelek bajaran rojnamevanên ku xwestin çalakiyên li dijî êrîşên li ser Rojava bişopînin rastî tundî û astengiyên polîsan hatine. Hat ragihandin ku nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Oruç li Cîzîrê bi derbkirinê hatiye binçavkirin û girtin û li Nisêbîn, Pirsûs û Wanê êrîşî rojnamevanan hatiye kirin.

Sansorên dîjîtal

Di raporê de, hat gotin ku 39 hesabên medyaya civakî ji ber nûçeyên li ser Rojava hatine astengkirin û malper û hesabên Ajansa Mezopotamyayê û Jinnewsê rastî sansurê hatine. DFG’ê banga bidawîanîna zextên li ser rojnamevanan kir.