DFG: Di Sibatê de zext zêde bû, hejmara rojnamevanên girtî bû 30
DFG'ê di rapora xwe ya Sibatê ya binpêkirina mafên rojnamevanan de diyar kir ku girtin, binçavkirin, sansûr û zextên darazê li dijî rojnamevanan berdewam kiriye. Di meha Sibatê de 5 rojnamevan hatin girtin, hesabê du ajansan hate astengkirin.
Navenda Nûçeyan – Komelaya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya meha Sibatê ya li ser binpêkirina mafan a li dijî rojnamevanan eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku mafê jiyana rojnamevanan, ewlehî û azadiya îfadeyê bi awayek cidî di bin gefê de ne. Hate diyarkirin ku ji 4’ê Adara 2026’an ve hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 30’an.
Zexta li ser ETHA’yê
Di raporê de hate diyarkirin ku rojnamevan ji ber xebatên xwe rastî êrîşa fizîkî, binçavkirin, girtin û tundiya darazê tên û wiha hate gotin: “Êrîşa li ser Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) ya di meha Sibatê de xeleka dawî ya vê zincîra zextê bû. Deriyê ajansê hate şikandin û alavên nûçeyan hatin desteserkirin. Ji pênc rojnamegerên ku di encama serdegirtinê de hatin binçavkirin 4 kes hatin girtin. Rojnamevan Alîcan Ûlûdag jî ji ber nûçeyên ku çêkirin û parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal hat girtin. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Ajansa Nûçeyan a ANKA'yê Kenan Şener jî di nav de 3 rojnameger, ji ber ku liv û tevgera li Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê kirin nûçe, hatin binçavkirin.”
Di raporê de hate îfadekirin ku bi girtina 5 rojnamevanan re di meha Sibatê de, hejmara rojnamegerên girtî derket 30’an û wiha hat domandin: “Rojnamevanên di girtîgehê de jî bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Rojnameger Alî Bariş Kûrt ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 1 a Maltepeyê ya Stenbolê tê ragirtin, tevî ku diviyabû di Mijdara 2025'an de bihata berdan, bi biryara Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê hê jî bi awayekî neqanûnî tê girtin.”
Hesabê du ajansan hate astengkirin
Di raporê de hate destnîşankirin ku sansûra ku di meha Çileyê de gihîşt lûtkeyê, di meha Sibatê de berdewam kir û agahî dan ku hesabên medyaya dîjîtal ên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê ku di meha Çileyê de çar caran hatibûn astengkirin, di meha Sibatê de jî carekê hatin astengkirin.
DFG'ê di berdewama rapora xwe de daneyên binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamevan û saziyên çapemeniyê wiha parve kir:
“Binpêkirinên Mafê Jiyan û Ewlehiyê
Di van demên dawî de:
* Êrîşî 6 rojnamevanan hate kirin,
* 11 rojnamevan hatin binçavkirin,
* 5 rojnamevan hatin girtin,
* Bi ser malên 6 rojnamevanan de girtin,
* Mûameleya xerab li 3 rojnamevanan kirin
* Gef li rojnamevanekê hate xwarin,
* Şopandina nûçeyan a 3 rojnamevanan hate astengkirin,
* Li girtîgehan 2 binpêkirinên cuda yên rojnamevanan hatin tespîtkirin.
Ev pêkanînên li dijî rojnamevanan nîşan didin ku çalakiyên wan ên pîşeyî rasterast tên krîmînalîzekirin.
Zextên li ser azadiya îfadeyê
* Derbarê 3 rojnamevanan de lêpirsîn hat destpêkirin.
* Derbarê 5 rojnamevanan de doz hat vekirin.
* Li 9 rojnamevanan bi tevahî 6 sal û 7 meh û 6 roj cezayê girtîgehê û 45 hezar TL cezayê pereyan hat birîn.
* Di 30 dosyayan de darizandina 45 rojnamevanan didome.
* Ji 4’ê Adara 2026'an ve, 30 rojnamevan di girtîgehê de ne.
Pêvajoyên darazê di meha Sibatê de jî berdewam kirin ku li ser rojnamevanan bibe amûreke sîstematîk a zextê.
Sansûr û astengiyên li dijî saziyên medyayê
* Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) ji bo 2 weşanên cuda cezayê pere birî.
* Biryara qedexekirina 10 weşanan hate pêkanîn.
* Xwegihandina 31 nûçeyan hate astengkirin.
* Xwegihandina 272 naverokên medyayê hate astengkirin.
Ev tablo ne tenê rojnamegeran, di heman demê de mafê gel ê wergirtina nûçeyan jî armanc dike.”
DFG'ê destnîşan kir ku binçavkirin, girtin, zext û pêkanînên sansurê yên li dijî rojnamevanan nayê qebûlkirin û diyar kir ku azadiya çapemeniyê garantiya bingehîn a civaka demokratîk e.
DFG'ê di dawiya rapora xwe de ev bang kir: “Em bang li rayedaran dikin ku dawî li binpêkirinên li dijî rojnamevanan bînin û raya giştî ya neteweyî û navneteweyî li Tirkiyeyê li hemberî binpêkirina mafan a di warê azadiya çapemeniyê de hesas bin. Xebatên rojnamevaniyê nikarin bên darizandin. Rojnamevanî ne sûc e.”