DFG: Di meha Adarê de rojnamegeran rastî tundi û êrîşê hatin
DFG'ê rapora xwe ya der barê serpêhatiyên rojnamegeran ên meha Adarê de bi raya giştî re parve kir. 6 rojnameger rastî êrîşan hatin, gihandina 153 nûçeyan hat astengkirin.
Navenda Nûçeyan-Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya meha Adarê parve kir. Di beşa nirxandinê ya raporê de wiha hate gotin: “Me hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê li pey xwe hiştin. Em hêvî dikin ku vîna gel a di hilbijartinê de derket holê û biryardariya têkildarî guherînê ji hemû welat re bi xêr be. Bi van encaman em hêvî dikin ku rejîma zordar a ku bi salan e desthilat e biguhere û rê li ber rojnamevanan vebe ku di hawireke azadtir de peywira xwe bi cih bînin. Her wiha em spasiyên xwe pêşkeşî hemû hevalên xwe yên kedkarên çapemeniyê ku li gelemperiyê welat bi dil û can xebitîn û atmosfera hilbijartinê û bûyerên qewimîn kêlî bi kêlî bi ji raya giştî re parvekirin dikin.
Derbarê hin rojnamevanan de lêpirsîn hatin destpêkirin
Meha Adarê ya 2024’an ji aliyê zextên li ser rojnamevanan li gorî mehên din hinek din sakîntir derbas bibe jî binpêkirinên mafan bi dawî nebûn. Bi taybetî di rojên girîng ên weke 8’ê Adarê, Newrozê û hilbijartinê de rojnamevanên li qadê dixebitîn rastî hin cureyên astengiyan hatin. Di meha Adarê de derbarê hin rojnamevanan de lêpirsîn hatin destpêkirin û doz hatin vekirin. Li hin rojnamevanên dihatin darizandin jî hin ceza hatin birîn. Her wiha gelek rojnamevanên ku darizandina wan berdewam dike, derketin pêşberî dadgehê.
153 Nûçe hatin astengkirin
Weke ku tê dîtin, zexta darazê ya li ser rojnamevanan didome. Bi vî awayî dixwazin çavên rojnamevanan bitirsînin û nûçe çêkirina wan asteng bikin. Binpêkirinên mafan ên li qada çapemeniyê bi vê tenê ne bi sînor e. Tenê rojnamevan nayên astengkirin, her wiha saziyên lê dixebitin û nûçeyên ku çêdikin jî hedef tên girtin. Em di rapora xwe de dibînin ku tenê di nava meha adarê de xwegihandina 153 nûçeyan hatiye astengkirin. Ev jî nîşan dide ku li aliyekî rojnamevan rastî zext û binpêkirinên mafan tên, li aliyê din bi wan re gel jî tê cezakirin. Ragihandina nûçeyan a ji girseyê re tê astengkirin. An ku darbe li mafê gel ê nûçe wergirtinê tê kirin.
Desthilata AKP’ê û MHP’ê ya hewl dide zextê li temamî welat bike
Desthilata AKP’ê û MHP’ê ya hewl dide zextê li temamî welat bike, hewl dide kêmasiyên xwe yên qada siyasî û polîtîkayên xwe nebaş bi zexta li ser rojnamevanan û saziyên çapemeniyê û weşanê binixumîne. Hewl dide bi destê darazê rojnamevanan bêbandor bike û bi rêya qedexeyan pêşiyê li belavkirina agahiyan bigire. Bi vî rengî hewl dide pêşiyê li bihîstin û dîtina rastiyan bigire. Bêguman ev di heman demê de encama bêhêvîtiyê ye. Hewldana îfşanebûnê ya rêveberiya nebaş e… Lê ev hewldaneke pûç e. Ji ber ku rojnamevanên birûmet bi biryar in ku rê nedin vê nêzîkatiyê. Tevî van hemû zext û çavtirsandinan jî ji bo rastiyan ji raya giştî re ragihîne çi ji destê wan tê dikin û wê vê yekê bidomînin.
Rojnamevan temînata vîna azad a civakekê ne
Ji ber vê yekê em bang li desthilatê dikin, rojnamevan temînata vîna azad a civakekê ne. Dawî li zext û binpêkirinên mafan ên li ser rojnamegeran bînin. Dîsa astengiyên li pêş mafê gel ê agahdarbûnê rakin. Her wiha em bang li rojnamevanan dikin ku rêxistinbûn û piştevaniya xwe zêde bikin û li dijî neheqiyan rabin ser piyan. Tevî hemû neyîniyan jî bi dirûşma “Çapemeniya azad, civaka azad” û bi baweriya xwe ya ku dê rojên xweştir bên em rapora xwe ya binpêkirinên mafan a meha adarê pêşkeşî we dikin.”
Daneyên meha Adarê
Bi domdarî DFG’ê ev daneya parve kir:
“ ** Binpêkirinên mafên ewlehî û jiyanî
* Rojnamevanên rastî êrişan hatin: 6
* Serdegirtina malên rojnamevanan: 1
* Rojnamevanên hatin binçavkirin: 2
* Rojnamevanên rastî tundiyê hatin: 4
* Rojnamevanên gef lê hatine xwarin: 1
* Rojnamevanên hatine astengkirin: 8
** Binpêkirinên azadiya fikr û ramanê
* Rojnamevanên ku rastî lêpirsînan hatine: 3
* Rojnamevanên doz li wan hatine vekirin: 5
* Rojnamevanên hatine cezakirin /hejmara kesan: 8
* Cezayê hefsê: 4 sal û 7 meh û 7 roj
* Cezayê pereyan: 14.580 TL
* Rojnamegerên dozên wan didomin/ hejmara dosyayan: 37
* Hejmara kesan: 42
* Hejmara rojnamevanên girtî (3’yê nîsana 2024’an): 42
** Binpêkirinên mafên aborî û civakî
* Rojnamevanên ji kar hatine avêtin: 4
** Astengkirin û sansûr
* Saziyên weşanê yên hatine cezakirin: 1
* Cezayên pereyan: 15.000 TL
* Biryara qedexeyên weşanê: 11
** Astengkirina xwegihandina înternet-medyaya dijîtal
* Malperên înternetê yên hatine girtin: 2
* Nûçeyên hatine qedexekirin: 153
* Astengkirina xwegihandina tora civakî: 5