Dewriyeyên ‘Fermandariya Qenciyê’ yên Talîbanê bûye kabûsê jinan

Piştî vegera Talîbanê, Wezareta Fermandariya Qenciyê û Qedexekirina Xerabiyê kontrola jinên Efganî girt ser xwe. Dewriye, gef û girtinan jiyana rojane ya jinan veguherand kabûsek domdar.

BAHARAN LEHÎB

Perwan – Piştî ku Talîban hatin ser desthilatê, Wezareta "Fermandariya Qenciyê û Qedexekirina Xerabiyê" li avahiya Wezareta Jinan li Kabîlê hate damezrandin. Hemû deverên di bin Wezareta Jinan de li seranserê Efganistanê niha di bin kontrola vê wezaretê de ne.

Berê kesên li ser navê Wezareta "Fermandariya Qenciyê” dixebitîn ji saet 8’ê sibê heta 4’ê êvarê rêyên Kabîlê û parêzgehan digeriyan û jinên ku li gorî wan "serê xwe û laşê xwe negirtiye” bi heqaretan digirtin. Digel ku hin jin bi kefalet an pereyan hatin berdan, hin jinên din jî di bin çavan de hatin wendakirin. Rêbazên Talîbanê li seranserê Efganistanê bê sînor bûn; Jin bi hinceta "nezelalkirina têra xwe" rastî muameleya nemirovane û hovane tên.

Li kolanan terora li hemberî jinan

Piştî ku serokê Talîbanê Hibatullah Muhammed Abdulgani Ahundzade ‘Qanûna Fermana Qenciyê’ erê kir, zextên ji aliyê van kesan ve dihatin kirin zêdetir bû. Êdî li her bajar û navçeyê hêzên girêdayî Wezatera Fermana Qenciyê hene, her seatê rojê li kolanan dewriye digerin û jinan tacîz dikin. Emrê jinan ferq nake.

Li parêzgehan sûcê Talîbanê zêdetir dibe

Dema ku mirov ji Kabîlê tê parêzgehan, bi taybetî tundî û sûcên ku hêzên Fermana Qenciyê pêk tînin zêdetir xuya dike. Sedema vê yekê li cihên dûr nebûna medyayê û sînordarbûna belavbûna agahiyan e. Talîban di van herêman de zêdetir sûcan dike. 

Li bajarê Çarîkar a parêzgeha Parvanê di navbera çend gavan de hêzên Fermana Qenciyê disekinin. Jinên ku burka li xwe kirine jî bi hincetên cûda tên sekinandin û bi zextê re rû bi rû tên.

Xeber lê kirin

Nuriye wefa ya ku 60 salî ye behsa rewşê dike: “Rojekî ez bi keça xwe re çûm sûkê. Em ji seyareyê nû daketibûn. Destekî bi lez çadêra min (cûreyek paçê girtina rû) kişand ser rûyê min. Paşê xeberan gotin û gotin ku porê min xuya dike. Ji tirsa hemu laşê min dilerizî.”

Xwestin wê birevînin

Fuzya Gulaxa jinek 18 salî ye ku ji ber zext û ferzkirinên Talîbanê ji perwerdeyê bêpar maye. Fuzya dibêje ku li gundê wan ew gelek caran bi kesên girêdayî Wezareta Fermana Qenciyê re rû bi rû hatiye û ew gef li wê xwarine. Fuzya wiha dibêje: “Dema ku ez û dayika min çûn serdana xizmên xwe Talîban henekê xwe bi cilê min kir. Lê li gor fikrê wan cilê min rast bû. Herî dawî beriya sê mehan dema ku ez û bavê min bi motorê diçûn, seyareyekî bi camê reş a Talîbanê me da sekinandin. Çek dirêj kir û bal kişand ser cilê min. Xwest min bigre gel xwe. Bavê min û mirovên li derdor bûn asteng. Bi dehan caran gotin ‘Me vê carê negirt lê emê cara din bernedin.’”

Fuzya lê zêde kir: “Piştî wê rojê cesareta min nîne ku derkevim derve. Ez naçim ser erdê me jî. Min tiştên Talîbanê li jinên li girtîgehan kirine bihîst. Wê demê min nekarî xew bikim. Ez xwe dixim şûna wan kesan û her difikrim ger min girtiban wê çi hatiba serê min.”

Kabûsa desthilatdariya Talîbanê di hişê jinên Ejgan de cih girtiye. Hin jin vê kabûsê vediguherînin berxwedanê, lê gelek jin jî li hemberî pirsgirêkên giran ên derûnî têdikoşin û rojên xwe bi tirsê derbas dikin.