‘Dewletên serdest dixwazin piştî sed salan Rojhilata Navîn li gorî xwe dîzayn bikin’

Çalakvan Şadî Semed têkildarî şerê li Rojhilata Navîn diqewime got: “Dewletên serdest dixwazin piştî 100 salan Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin. Divê em Kurd bibin yek.”

DÎVAN SÎHAD

Qendîl – Hêzên serdest ku pêşengiyê ji şerê ku li Rojhilata Navîn re dikin, dixwazin herêmê careke din li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin.

Çalakvan Şadî Semed têkildarî şerê li Rojhilata Navîn bi taybetî şerê di navbera Îsraîl û Îranê de wiha got: “Bandoreke mezin a vî şerî li ser tevahî Rojhilata Navîn, cîhanê û bi taybetî Kurdistanê heye. Kurdistan dikeve nava vî şerî, beşeke Kurdistanê dikeve Îranê. Helbet şerek dijwar di nava Îsraîl, Îran û dewletên serdest de rû dide divê em Kurd nebin alîgirên yek ji van dewletên ku beşdarî şer bûne. Hêzên serdest û dijminên Kurdan ji bo berjewendiyên xwe dixwazin nexşeya herêmê xêz bikin, li gorî berjewendiyên xwe dîsa Rojhilata Navîn parçe bikin. Ev ji bo me gelek girîng e divê em Kurd gef li partiyên siyasî yên Kurdistanê û serkirdeyên siyasî yên hemû aliyên Kurdistanê bikin ku bibin yek, da ku em disa di vê de winda nekin. Ji ber wê dîsa dewletên serdest dixwazin Rojhilata Navîn piştî 100 salan dubare li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin.”

‘Divê em li her raliyê Kurdistanê bibin yek’

Şadî Semed da zanîn ku ji bo gelê Kurd nebe qurbanî, tişta girîng ew e ku li her aliyê Kurdistanê bibin yek bê cudahiya fikir û herêman û got: “Ger em Kurd aliyê yek ji dewletên di nava şer de bigrin, bêguman em ê winda bikin. Ji ber wê gelek girînge ku em bêalîbûna xwe biparêzin û bibin yek. Zextê li partiyên siyasî yên Kurdistanê bikin ger ev şer dirêjî bike ger partiyên siyasî yên Kurdistanê ne yek bin dubare em ê Kurd bibin qurbanî û winda bikin. Ji bo 100 salên din nexşeya herêmê careke din tê xêzkirin û hêzên serdest dixwazin li gorî berjewendiyên xwe herêmê dîzayn bikin. Ji ber wê ji bo em bikaribin pêşerojeke baş ji bo nifşên pêşrojê û hem jî ji bo xwe ava bikin divê zextê li partiyên siyasî yên Kurdistanê bikin û di ragihandinê de hemû aliyên rewşenbîr û nivîskar zextê li partiyên siyasî yên Kurdistanê yên her çar aliyên Kurdistanê bikin ku bêyî berjewendiyên xwe yên taybet bifikirin bibin yek.”

‘Di şeran de jin û zarok ziyanê dibînin’

Şadî Semed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ger ev şer bidome ên pêşî ziyanê jê bibînin jin û zarok in. Di şeran de dema mêr dibin qurbanî jin ji vê bêpar namînin, di şeran de jin hevjîn, zarok û malên xwe ji dest didin û bê kar dimînin. Di aliyê derûnî de jî bandoreke gelek mezin li ser jin û zarokên Kurd çêdibe. Ez di wê hêviyê de me ku pêvajoya aştiyê bi ser bikeve hemwelatiyên herêmê êdî nebin qurbaniyên şer.”