Dewleta Tirk Sirînê topbaran: Malbatek di bin xirbeyan de ma

Êrîşên dewleta Tirk a li ser bajarê Sirînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Di dema topbarana gundê Dîkanê de malbatek di bin xirbeyan de ma.

Navenda Nûçeyan- Di encama êrîşên dijwar ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 27’ê Mijdarê û vir ve bi dehan sivîl hatin qetilkirin, birîndarkirin û bi hezaran jî koçber bûn. Dewleta Tirk bi balafirên şer gundên Sirînê topbaran dike. Girê Berkelê yê Sirînê jî bi dehan caran hat topbarankirin.

Di encama hedefgirtina gundê Dîkanê yê bajêr de, li gorî agahiyên destpêkê, tê gotin ku di dema topbaranê de malbatek di bin xirbeyan de maye.