Dewleta Tirk nanpêjxaneyek bombe kir
Dewleta Tirk nanpêjxaneya bajaroka Ciriniyê ya dikeve başûrê Bendava Tişrînê bombebaran kir.

Navenda Nûçeyan- Balafirên şer ên dewleta Tirk nanpêjxaneyek li bajarokê Ciriniyê yê dikeve başûrê Bendava Tişrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de ziyana madî li nanpêjxaneyê çêbû.