Dewleta Tirk Mexmûrê bombebaran kir

Dewleta Tirk carek carek din wargeha penaberan ya Mexmûrê bombebaran kir, vê carê dewleta Tirk baxçeyê malbatekê bombebaran kir.

Mexmûr – Beriya niha hate ragihandin ku li wargeha Mexmûrê tûpa malek teqiyaye, lê piştî şandeya Iraqê li cihê bûyerê lêkolîn da destpêkirin, derket holê teqîn di encama êrişa balafirek bê mirov de pêkhatiye.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me hatine standin, derdora saet 10:00’an balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk, baxçeyê welatiya bi navê Melek Mijînî bombebaran kir.

Di dema vê êrişê de jî, şandeya Neteweyên Yekbûyî û Iraqê di nava wargehê de bûn û karê xwe yê serjimêriyê dewam dikirin.