Dewleta Tirk li Girê Spî 20 kesan revand
Dewleta Tirk a dagirker îro li gundên Sikêro û Elî Bacelî yên Girê Spî ku ji 2019ˊan ve dagirkirî ye, zêdetirî 20 kes revandin.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk a dagirker îro (19 Îlon 2025) bi dehan kes ji gundên Sikêro û Elî Bacelî yên Girê Spî yê dagirkirî revandin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku ji ber sedemên nediyar dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 20 kes revandine û ber bi cihekî ewlehî ve bêyî aqûbeta wan bê zanîn, birine. Bi wê re fikar li herêmê çêbûye.
Ev rûdan, dişibe bûyera li gundewarên Girê Spî ya di 31ˊê Gulana 2025ˊan de çêbûbû. Wê demê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ser malên êla El Neîm de girtibû û di encamê de 4 kes birîndar bûbûn.