Dewleta Tirk jinên karker hedef girt: 4 jin û zarokek birîndar bûn
Dewleta Tirk gundê Bişêriyê a navçeya Zirganê ya girêdayî bajarê Dirbêsiyê topbaran kir, di encamê de zarokek û 4 karkerên jin ên ku pembo diçînin birîndar bûn.
Hesekê- Dewleta Tirk ji 4'ê Cotmehê ve bi riya balafirên şer êrîşên xwe yên hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ranewestandiye. Îro di saetên sibehê de careke din dewleta Tirk êrîş bir ser sîvîlan. Li gundê Bişêriyê a navçeya Zirganê ya girêdayî bajarê Dirbêsiyê karkerên jin ên ku dema di nava zeviyan de pembo diçînin ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatin hedef girtin.
Di encama hedefgirtinê de 4 karkerên jin û zarokek birîndar bûn. Li gor agahiyên ku ji Nexweşxaneya Dirbêsiyê hatiye girtin navê birîndaran wiha ne: Reksa Salih Fewaz 50 salî, Xedîca Îdan El-Temir 40 salî, Fereh Ednan 20 salî Zêna Hemûd 20 salî û zaroka bi navê Cûmana Hemad a 12 salî. Hat zanîn ku rewşa Zêna Hemûd girane.