Dewleta Tirk gund û depoyê genim bombebaran kir
Di êrîşa dewleta Tirk a li ser navend, gund û depoyên genim ên bakurê Eyn Îsayê de welatiyek birîndar bû.

Navenda Nûçeyan - Dewleta Tirk bi dijwarî êrîşî taxên rojavayê Eyn Îsa, gundê Mişêrfê û embarên genim ên bakurê navçeyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di êrîşê de welatiyê bi navê Beşar Ehmed (26) birîndar bû.
Hate hînbûn ku êrîşên li dijî herêmê dewam dikin.