Dewleta Tirk êrişî malekî kir: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk li gundê Aşmê yê rojavayî bajarê Kobanê malekî welatiyan bombebaran kir. Di êrîşê de 7 zarok bi giştî 10 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk bi balafirên şer li gundê Aşmê yê rojavayî bajarê Kobanê malekî welatiyan bombebaran kir. Hate ragihandin ku di êrîşê de 7 zarok bi giştî 10 kes birîndar bûn.

NavêN birîndaran wiha ne: Yûsif Cemal Derwîş (4 salî), Şîrin Silêman İsmaîl (5 salî), Avin Silêman Îsmaîl (2 salî), Mihemed Cemal Derwîş (8 salî), Xezalê Cemal Derwîş (2 salî), Heyfa Silêman Îsmaîl (35 salî), Sibah Silêman Îsmaîl (26 salî), Emina Cemal Derwîş (13 salî), Arin Cemal Derwîş (1 salî), Ehmed Îbrahim Derwîş (46 salî).