Dewleta Tirk êrişî Eyn Îsayê kir: 2 jê zarok 3 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk gundê El Cemas ê gundewarê Eyn Îsayê topbaran kir. Di topbaranê de 2 jê zarok 3 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Li Eyn Îsayê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê El Cemas ê gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê topbaran kir. Di encama topbaranê de di nav de 2 zarok 3 kes birîndar bûn.
Navên birîndaran wiha ne: Erîc Xalid El Hisên (20), Asya Hemed El Hisên (12), Ebdurehman Îsmaîl El Hisên (1).
Hat zanîn ku birîndaran rakirine Nexweşxaneya Omer Eloş.