Dewleta Tirk carekî din li sîvîlan xist
Dewleta Tirk carekî din nobedarên bendava li Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. Li gorî agahiyên destpêkê birîndar hene.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk a dagirker îro, careke din êrişî sivîlên li Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Li gorî agahiyên destpêkê birîndar hene.
Ev cara 6ˋan e ku berxwedêrên li Bendava Tişrînê tên bombebarankirin û 11ˋan caran jî karwanên wesayîtên gel ên ber bi bendavê ve diçin, hatin hedefgirtin.