Dewleta Tirk carekî din li Bendava Tişrînê êrîşê gel kir
Dewleta Tirk carekî din bi balafirên şer êrîşê gel ê ku ji bo parastina bendavê çûbûn Bendava Tişrînê kir. Li gor gahiyên destpêkê welatiyek jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Balafirên dewleta Tirk a dagirker bombe li girseya gel a li Bendava Tişrînê barand ku ji bo parastina bendavê çalakiya nobedê dike.
Li gorî agahiyên destpêkê kesek jiyana xwe ji dest daye û 10 birîndar hene. Hat ragihandin ku di nav birîndaran de 4 rojnamevan jî hene.
Piştî êrişa destpêkê bi çend deqeyan, balafirên şer ên dewleta Tirk cara duyemîn bombe li Bendava Tişrînê barandin.