Destkarên Cezayîrê bi hunerên xwe xelkê teşwîqî afrîneriyê dikin

Bazara hunerên destan li navenda Yekitiya Ewropayê (YN) ya li Cezayîrê hat lidarxistin. Destkarên Cezayîrê ku di warên cuda de xebatê didin meşandin bi beşdariyeke berfireh xebatên xwe temam kir.

Cezayîr – Bazara hunera karên dest a Cezayîrê, hedef dike ku projeyên biçûk û cur be cur ên ji xwezayê îlham girtine, sûdê didin parastina hawirdorê, teşwiqî pêşxistin û mirasa çandî û şaristanî ya Cezayîrê dike dide nasîn, ava bikin.  

Di roja 12’ê Cotmeh de bazar hunerê karên dest bi dawî bû, berhemên destkaran ên ku mîrasên hunerî û çandî yên Cezayîrê nîşan dide, rastî eleqeyê hat. Di nava berhemên hatin pêşandan de destkarên ku di çêkirina penîr de bi serkeftî hebûn û her yek ji wan penîrê bi kalîte, bi tama xwe ya xweş bi awayên cuda yên kevneşop pêşkêş kirin. Rêvebera Dibistana hunerên dest a Cezayîrê Rihab Ben Saleh anî ziman ku êv qad û bazar eleqeya ji bo berhemên xwemalî zêde kiriye û yên ku serdan kirine nirxê xwarinên kevneşop û girîngiya çanda Cezayîr dizanin.

Rehab Ben Saleh ku ji eslê xwe ji Tûnisê ye, ji bo ciwanên Cezayîrê kêrhatiyên xwe yên di qada çêkirina penîr de bi pêş bixin û wan teşwîqî pêşandana berhemên wan bikin, li Cezayîrê dixebite wiha got: “Kesên ku hatin serdana pêşangehê xwedî ceribandinên ku ferqa di navbera penîrên amade û penirê bi şîr hatiye çêkirin de dizanin.”   

‘Çalakiyên ji bo danasîna çandan firsend e’

Destkar Nabîle Houam da zanîn ku lidarxistina bazarên bi vî awayî ji bo ciwanên Cezayîrê kêrhatiyên xwe bi pêş bixin destpêk e û kêrhatiyên xwe bidin nasîn firsendek başe û wiha got: “Bi karanîna malzemeyên xwezayî bi armanca belavkirina çandê, hewl didim perwerde û piştgiriyê bidim. Yek ji xalên herî girîng di bazara hunerên dest de, hunera mûmê ye, hunerek ku kêrhatî û hesasiyet jê re pêwîst e.” Destkar Nabila Houam diyar kir ku pêşandana mûmên cur be cûr ên ku bi rengên xwezayî û tamên cuda çêkirin, hewayek cuda daye pêşangehê û teknîkên çêkirina mûman û der barê bikaranîna wê di rewşên cuda de agahî dide kesên dihatin serdanê û girîngiya hunerên dest di warê aboriya Cezayirê de nîşan dide.

‘Ev huner du hunerên cuda tîne ba hev’  

Nabila Houam da zanîn ku hunerên dest ji bo jinên Cezayîrê ku hem dayik, hem destkar û hem jî karker in ne asan e û wiha got: “Lê weke Cezayîrî di gihandina armancên xwe û pêkanîna projeyên xwe de em xwedî wê cesaret û hêzê ne. Ev projeya ku me ji sala 2012’an û vir ve dest pê kir û dest bi xebatên xwe kiriye, li her çar wîlayetên herî girîng ên weke Haran, Konstantîn, Annaba û paytexta Cezayîrê, me van berheman belav kir. Ev huner du hunerên ku ji hev nayên cudakirin tîne ba hev û ev jî rûmetê dide me.” Nabila Houam da zanîn ku projeyên di bazarên hunera dest de tên pêşandan biryardariya jinên destkar di mijara parastina hawirdorê de diteyîsîne û destnîşan kir ku piraniya berhemên xwe bi malzemeyên xwezayî û çêkirine û ev jî sûdê dide ku bandorên hawirdorê kêm bibe.

‘Bi marqeya ku derxist hewl dide xelkê hişyar bike’

Biyolog Dr. Tiziri Ait El Said marqeya xwe ya bi navê Kaktivia di sala 2021’ê de li gel du xwişkên xwe berhemên bi tendirust ên cild çêkir û hedef dike ku bi van berheman kesên berhemên kîmyewî bi kar tînin û bi karanîna van berhemên kimyewî ku ziyanê didin tendirustiya gel, careke din bifikirin û got: “Ji bo hemû destkar, bi taybetî jinên ku di qadên cuda de xwedî ceribandin in di hunerên xwezayî yên dest de veberhênanê bikin min pêşniyar kirin. Markeya Kaktivia ji bo piştevaniya ciwanên di qada çandinî û hewldêr re, ji bo li Efrîqayê hişyarî bide avakirin û xebat were kirin bi berhema herî xwezayî Pierre Castal Award 2024’an hat tacîdarkirin.”

Bazara hunerên destan ji derveyî ku ji bo piştgirîkirina jinên destkar û teşwîqkirina hişmendiya hawirdorê platformeke bi bandor, di mijara parastina nasnameya çanda Cezayîrê de biryardariyê diteyîsîne. Hewldanên jinan ên parastina mîrasa hunerê û ji bo kevneşopî were nasandin, îsbat kir ku gaveke girîng bûye.