‘Desthilatdariya Iraqê û herêma Kurdistanê hebûna jinan qebûl nakin’

Çalakvan Bihar Mûnzir got ku li Iraqê jin şîdetê dibînin û tên kuştin diyar kir ku ger dadgehek dadwer, biryarê li ser dozên kuştina jinan bida dê rê li kiryaran bihata girtin û şîdet kêm bibûya.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – 25’ê Mijadarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî ye. Di 25’ê Mijdara 1960’an de li welatê Komara Domînîk sê xwişkên bi navê ‘Xwişkên Mîrabel’ ku çalakvanên siyasî bûn bi biryara serokê Komara Domînîkê wê demê bi hovane hatin kuştin. Di sala 1981’ê de çalakvanan ew roj weke roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan diyar kir û di sala 1999’an de Neteweyên Yekbûyî ev roj bi fermî kir roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a navneteweyî. Lê belê heta niha jî tundî û bûyerên kuştina jinan  didomin. Bi riya zagonan jin rastî tundiyê tên. Guherîna zagona Rewşa Kesane li Iraqê li dijî mafên jinan e. Her wiha di demên şer û dema nebûna ezmûna aborî û siyasî de, jin du qat ziyanê dibînin. 

‘Li herêma Kurdistan û Iraqê bi navê zewacê tundî gelek zêde bûye’

Çalakvan û endama Hevpeymana Tora 8’ê Adarê Bihar Mûnzur diyar kir ku jin her dem di nava tundiya fîzîkî û derûnî de dijîn li cîhanê û bi taybet li Rojhilata Navîn ji ber hebûna pergalên paşverû zêdetir rastî tundiyê tên û wiha got: “Em jin bi riya avakirina torên hevbeş û bi hevrejiyanê li hemberî tundiyê disekinin. Em di 16 rojên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de ne lê belê di nava van 16 rojan de li gorî daneyên ne fermî çend jin hatine kuştin. Ji derveyî wê jin neçarî xwekuştin û hewldana xwekuştinê dibin. Ji ber wê dane her diçe zêde dibin. Di nava wan de guherîna zagona Rewşa Kesane ku zewaca zarokan meşrû kiriye û di nava civakê de belav bûye heye. Bi navê zewacê zarok rastî destdirêjiyê tên. Li Iraqê bi awayekî pir zêde zewaca zarokan belav bûye. Êrîşên li dijî mafên jinan berdewam dikin. Li herêma Kurdistanê bi awayekî berbiçav tundî zêde bûye. Ger li giştî cîhanê rêzbendî bê kirin herêma Kurdista û Iraq wê di nava rêza 10’ên destpêkê de cih bigrin.”

‘Hikumet û wezareta navxweyî bi qedexekirina daneyan tundiyê li dijî jinan dikin’

Bihar Mûnzir wiha got: “Ger li herêma Kurdistanê serdana nexweşxaneyên derûnî were kirin wê were dîtin ku jin çawa rastî tundiya derûnî û fîzîkî tên. Her wiha ji aliyê hikumet û wezareta navxweyî ve ji ber nedana daneyan tundî li hemberî jinan tê kirin. Her wiha wezareta navxweyî dest daniye ser daneyên kuştin û tundiya li ser jinan. Rêgirî li şopandinê dike. Çalakvan û rojnamevan nikarin daneyên fermî bi dest bixin. Ji aliyê 21 rêxistinan ve me raporek nivîsand û ji komîteya pêşîgirtina cudakariya li hemberî jinan re şand ku yek ji komîteyên mezin ên jinan a Neteweyên Yekbûyî ye. Me tê de behsa pirsgirêkên jinan kir. Li gel wê jî tundiya siyasî, zagonî û civakî jî heye. Em çalakvan hewl didin dengê jinan bigihîjînin her derÊ. Îsal çalakvanên jin ji aliyê desthilatdar û malperên dîjîtal ve rastî tundî, êrîş û girtinê hatin lê belê kesek li ser neaxivî, ev jî nîşan dide ku jin û çalakvanên li herêma Kurdistanê bi awayekî sîstematîk rastî tundiyê tên.”

‘Dozên kuştin û tundiya jinan li dadgehan tên girtin’

Bihar Mûnzir behsa astengiyên li pêş dozên kuştin û tundiya jinan li dadgehê rast tên kir û da zanîn ku girtina dozan ji aliyê malbat û feraseta mêrsalar ve tê kirin. Hebûna silha eşîrê di kuştin û veşartina  di bin navê namûsê de, mafên jinan û destkeftiyan wan qels dike û wiha domand: “Bi riya zagonan tundî li dijî jinan tê kirin. Beşek ji malbatan bi navê silha eşîrî, kuştin û tundiya li dijî jinan vedişêrin. Di nava dadgehê de doz bi silha eşîrî tên girtin. An jî bi navê namûsê jin tê kuştin û dozan nabin dadgehê. Em çalakvan dibin şahid ku dozên jinan çawa tên girtin. Lê belê ger dadgehek dadwer, biryar li ser dozên kuştina jinan bide, tundiya ku li dijî jinan tê kirin wê kêm bibe. Dema tundî kêm dibe, jin dikarin bi awayekî azad di civakeke azad de bijîn. Zagonên ku piştevaniya jinan dikin, li herêma Kurdistanê û Iraqê piştevaniya dozên jin û zarokan nakin. Her wiha urf û adetên civak û malbatê bi hevkariya zagonan tundiyê zêde dikin.”

‘Bi îslama siyasî hewl didin pêşî li xebata jinan bigrin’

Bihar Mûnzir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pergala mêrsalar bandorê li karkirina jin û mêran dike, ji ber tundiyê derfetên xebata jinan kêm dibin. Qadên xebata jinan teng dikin. Her wiha bi îslama siyasî û tendrew hewl didin xebata jinan sînordar bikin. Gelek bi asanî û fermî xebat li ser biçûkxistina jinan û sînordarkirina wan di kar de dikin. Her wiha li herêma Kurdistanê xebata li ser dozên jinan jî zor bûye. Lê belê em jin kar û xebatên xwe ji bo mafên xwe didomînin. Desthilatdarên herêma Kurdistanê girîngî nadin jinên azad. Ger wisa nebûya dê niha li cihê nûçeyên şîdet û kuştinê me yê behsa serkeftinên jinan bikira.”