Derya Ren ji doza jê dihat darizandin beraet kir
Di rûniştina doza ku bi îdîaya “heqaret kiriye” li Rojnamevan Deryar Ren hatibû vekirin de, bi hinceta ku hêmanên yasayî yên sûc pêk nehatine, biryara beraetê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Rûniştina duyemîn a doza li nûçegîhana JINNEWS'ê Derya Ren ku di 7’ê Çileyê de ji bo şopandina nûçeyan çû navçeya Belqis a Dîlokê û ji hêla polîsan ve bi hinceta “gumana maqûl” hatibû binçavkirin, pêk hat.
Parêzerên Derya Ren di rûniştina li Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya 5'emîn a Nîzîpê de amade bûn. Nûnerên Komeleya Rojnamevanên Dicle Firatê (DFG) û Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) jî rûniştin şopandin.
Rûniştin bi piştrastkirina nasnameyê dest pê kir û dozgeriyê nerîna xwe ya li ser bingeha rûniştina berê dubare kir. Dozger xwest ku Derya Ren ji ber “heqaretkirina eşkere ya li karmendek giştî” bê cezakirin. Parêzerên Derya Ren parastina xwe ya amadekirî bi nivîskî pêşkêşî dadgehê kirin. Piştre heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û biryar da ku Derya Ren bi hinceta ku hêmanên yasayî yên sûcê “heqaretkirina bi eşkereyî ya li karmendek giştî” ku ew pê tê sûcdarkirin, pêk nehatine û biryara beraeta Derya Ren da.
Rojnamevan Derya Ren, ji bo şopandina nûçeya qetilkirina jinekê di 7’ê Çileyê de çûbû navçeya Belqis a Dîlokê. Gava erebe disekinî ji hêla polîsan ve bi hinceta “gumana maqûl” hatibû desteserkirin. Derya li hember polîsên ku heqaret li malbata wê kirin, bertek nîşan da. Ji ber vê sedemê bi îdiaya “li hember polîsan rabûye” hatibû binçavkirin. Derya Ren, piştî kar û barên îfadeyê hatibû berdan.