Dermankirina Zeynep Celaliyan tê astengkirin

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, der barê rewşa girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan de daxuyaniyek da û da zanîn ku Îran dermankirina Zeynep Celalkiyan ji derveyê girtîgehê qebûl nake.

Navenda Nûçeyan-Tora mafê Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku rewşa tenduristiya girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celalkiyan her diçe xera dibe û dermankirina wê ji ailyê rejîma Îranê ve tê astengkirin û li derveyê girtîgehê dermankirin tê astengkirin.

Rêxistinê her wiha di daxuyaniya ku der barê tenduristiya Zeynep Celalkiyan de, da zanîn ku Zeynep tenê di bin kontrolê de tê giritn û piştre dîsa dibin girtîgehê.