Ji Îranê derketina derhêner Maryam Moghaddam hat qedexekirin

Hemwelatiya Swêd û Îranê aktrîst û derhêner Maryam Moghaddam ragihand ku dest danîn ser pasaporta wê û hevjîn wê û derketina wan a ji Îranê hatiye qedexekirin.

Navenda Nûçeyan-Hemwelatiya Swêd û Îranê aktrîst û derhêner Maryam Moghaddam ragihand ku rayedarên li balafirgeha navneteweyî ya Tahranê dest danîne ser pasaporta wê, hevjînê wê û hevala wê ya çêkera fîlman Bahtash Sanaeeha.

Derhênerê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal diyar kir ku roja Sêşemê 10 Îlonê ji bo biçe Swêd dema ku diçû balafirgehê dest danîne ser pasaporta wê. Maryam Moghaddam li gel wêneyê makbuza ku nîşan dide dest danîne ser pasaporta wê parve dike û dibine wêne de wiha got: “Bi hinceta ku qedexe ye ez ji welat derbikevim de hatim agahdarkirin.”

Maryam Moghaddam da zanîn ku hevala wê Behtash Sanaeeha beriya hefteyekê pasaporta xwe ji rayedarên Îranê girtiye û wiha got: “Dema ku niyeta wan tunebî destur bidin em biçin, çima pasaporta me dan me? Min vê fam nekir. Ma ev ne hewldana êrişa zihnî û psîkolojîk e?