Derhênera şanoyê ya Îranî Parî Saberî jiyana xwe ji dest da

Derhênera şanoyê ya Îranî Parî Saberî di 10’ê Îlonê de di 92 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Derhênera şanoyê ya Îranî Parî Saberî di 10’ê Îlonê de di 92 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Parî Saberî di sala 1932’yan de li bajarê Kirman a Îranê jidayîk bû. Di 12 saliya xwe de malbata wê ji bo domandina perwerdeyê wê şand Parîsê. Ji Koleja Sînematografî ya Vaugirard a li Fransayê derçû.

Parî Saberî Koma Şanoyê ya Pazargad û Salona Molavî ya Tahranê damezrand. Di sala 2004’an de Nîşana Rûmetê ya Fransî wergirt. Rustem û Sohrab jî di nav de gelek lîstokên xwe dispêrin wêjeya klasîk a Farsî lîst. Hin lîstokên wê Şemsa Difire û Efsaneya Sîvaşê ye.  

Di heman demê de Parî Saberî gelek pirtûkan nivîsand û wergerand. Parî Saberî yek ji derhênerên Îranî ye ku herî zêde xelatan wergirtiye. Parî Saberî li gel Xelata Îbnî Sîna ya UNICEF’ê ku di sala 2003’an de wergirt û Nîşana Wêje û Hunerê ya Fransî ku di sala 2004’an de wergirt bû xwedî gelek xelatan.