Derhênera Îranî Negîn Amînzadeh hate binçavkirin
Hate zanîn ku derhênera Şirazî Negîn Amînzadeh ku li Îranê di dema serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû binçavkirin, dîsa hatiye binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Di êrîşên Îsraîl li dijî Îranê û piştî wê li Îranê zext hê zêdetir bûne. Muxalîfên li welat tên binçavkirin, înfazên ên ku rastî cezayên darvekirinê hatine hatin bilezkirin.
Hate zanîn ku hêzên Îstixabarata Îranê avêtine ser mala derhêner û çêkera fîlman a Şîrazî Negîn Amînzadeh û ew binçavkirine. Li gorî agahiyan di serdegirtinê de, dest danîne ser telefon, komputer, qerta USB û qerta kamere û cîhazên elektronîk ên şexşî yê Negîn Amînzadeh.
Têkildarî sedemê binçavkirinê û Negîn Amînzadeh li ku tê girtin tu agahî nehatine bidestxistin. Negîn Amînzade berê jî di dema serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû binçavkirin.