Derhênera Îranî Bahare di girtîgehê de hat qetilkirin

Derhêner Bahare Lellehi ya di serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” de hatibû girtin, li girtîgehê hate qetilkirin û bêyî haya malbata wê hat veşartin.

Navenda Nûçeyan – Derhênera Sînemayê Bahare Lellehi ku di serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” piştî kuştina Jîna Emînî de li Îranê hatibû girtin, di girtîgehê de hate qetilkirin û bêyî haya malbata wî li Goristana Beheş Sakine ya li Kerecê hat veşartin.

Derhêner Bahare Lellehi ya di sala 2022’an de bi hinceta xebatên dema serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” de 10 rojan hat binçavkirin û di sala 2023’an de carek din hate binçavkirin û girtin. Piştî Bahare Lellehi hate binçavkirin bi mehan agahî jê nehat girtin.

Hemû serlêdanên malbatê yên li gelek saziyên dewletê yên ji bo der barê rewşa keça xwe de agahî bistînin bê bersiv man.

 ‘Bila qetilkirina wê bê ronîkirin’

Enstituya Kurtefîlman a Mala Sînemaya Îranê der barê mirina bi guman a Bahare Lellehi ya di girtîgehê de daxwaza daxuyaniyeke lezgîn ji hikûmeta Îranê kir.

Piştî nûçeyên der bare qetilkirina Bahare Lelehi di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de, Serokê Desteya Rêveber a Enstituya Kurtefîlmên Îranê ya girêdayî Mala Sînemaya Îranê, daxwaza ronîkirina bûyerê kir. Enstituya Kurtefîlman a Mala Sînemaya Îranê di malpera xwe ya fermi de daxuyaniyek da û got: "Em sersaxiyê ji endamên Mala Sînemaya Îranê û Civata Kurtefîlman a Îranê re dixwazin. Em dixwazin lêkolînek zelal li ser bûyera bi êş re bê kirin.”