Derbarê rojnameger Melek Avci de îdianame hat amadekirin
Der barê nûçegihana me Melek Avci ya ku ji ber nûçeyên li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ji bo îfadedayînê hatibû gazîkirin, îdianame hat amadekirin.
Navenda Nûçeyan – Nûçegihana JINNEWS’ê Melek Avci di 6'ê Îlonê de ji bo îfadeyê ji aliyê Şaxa TEM'ê ya Enqereyê ve hatibû gazîkirin. Ji Melek Avci ya ku bi parêzerê xwe re çû emniyetê û îfade da, nûçeyên ku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kirine hat pirsîn. Ji Melek Avci ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kiriye, hat pirsîn ku bi çi armancê ev nûçe parve kirine û çima wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parve kiriye. Melek Avci diyar kir ku nûçeyên ku parve kirine di çarçoveya azadiya fikir û ramanê de ne.
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve der barê Melek Avci de bi sûcê "propagandaya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Îdîanameya ku ji aliyê dozger ve hat amadekirin ji Dadgeha Cezayê Giran re hat şandin.
Di îdianameyê de hat îddîakirin ku Jinnews ji bo piştgiriya rêxistinê weşanê dike û nûçeyên wê wek delîl hatine nîşandan.