Dêr Hafire û Meskeneyê hatin bombebarankirin

Çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê û dewleta Tirk bi dronan bombe li gundên Resem El Kirûm, el Keyariya û Resem El Îmam ên Dêr Hafirê barandin.

Navenda Nûçeyan – Çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê û dewleta Tirk bi dronan bombe li gundên Resem El Îmam, el Keyariya û Resem El Kirûm ên Dêr Hafirê barandin.

Bombardûman serê sibehê saet di navbera 03:00 û 05:00 de pêk hat. Bi çekên bi tîpa doçka gule li gundên El Keyariya û Resem El Kirûm hate barandin.

Bajarê Dêr Hafirê jî bû hedefa zêdeyî 20 topan.

Li herêmê liv û tevgera SÎHA'yan dewam dike.