Der barê rojnameger Oznur Deger de lêpirsîn hat vekirin

Der barê rojnamevan Oznur Deger de ji ber wêneyê tundiya polîsan a li dijî girseyê kişandibû û li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kiriye bi îdiaya "Tehrîkkirina Nefret û Dijminatiyê an Biçûxistina Gel" lêpirsînekî nû hate despêkirin.

Wan- Ji ber ku di 29'ê Çile de li Wanê di meşa li dijî êrîşên HTŞ'ê yên li ser Rojava de wêneyê polîsan kişandiye û li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kiriye, lêpirsînek nû li dijî rojnamevan Oznur Deger bi îdiaya "Tehrîkkirina Nefret û Dijminatiyê an Biçûxistina Gel" hat destpêkirin. 

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatiye destpêkirin de, Oznur Deger bi parêzerê xwe re li Midûriyeta Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Polîsan a Wanê îfade da.

Oznûr Deger, derbarê pirsa "Te bi çi armancê û çima wêneyê polîs kişand?" de wiha îfade da: "Piştî meşê, gelek polîs, tevî yê di wêneyê de, mudaxeleyî girseyê kirin. Wekî rojnamevanek, min ev mudaxele tomar kir. Gelek polîs, tevî yê di wêneyê de, hem li dijî min û hem jî li dijî gelek hevkarên min spreya îsotê û guleyên plastîk bikar anîn û wan hewl da ku em ji kişandina dîmenan jî dûr bisekinin. Wekî din, di hin wêneyên ku ji raya giştî re hatine weşandin, nemaze ji ber mudaxeleya polîsê di wêneyê de, gelek hevkarên min bi guleyên plastîk birîndar bûne û li ser laşên wan şop hene. Bi vî rengî, ji ber ku şîdeta polîsan li dijî hem rojnamevanan û hem jî girseyê hem di wêneyê de û hem jî di wêneyên ku li ser hesabên din ên medyaya dîjîtal hatine parvekirin de eşkere ye, ez bawer dikim ku divê li dijî polîsê li ser kar tedbîr werin girtin. Karê min tenê ragihandina nûçeyan e û ev wêne tenê wêneyên ku min wê rojê wekî beşek ji pîşeyê xwe yê rojnamegeriyê kişandine ne. Li şûna ku lêpirsînek li dijî min ji ber belgekirina şîdeta polîsan were vekirin, divê tavilê lêpirsînek li dijî polîsên ku bi tundî mudaxeleyî girseyê kirin û gelek kes birîndar kirin, ji rojnamevanên ku nûçeyan dişopînin bigire heya zarokekî 12 salî û welatiyekî 70 salî, were destpêkirin."