Der barê rojnameger Oznûr Deger de doz hate vekirin

Ji ber nûçeya bi navê "Fermandar Kamil Aksoy ê bersûcê îşkenceya li Nisêbînê hat gilîkirin" a ku di 16'ê Tîrmeha 2024'an de çêkiribû bi îddiaya "Hedefgirtina kesên di têkoşîna li diji terorê de peywir girtine" doz li rojnameger Oznûr Deger hat vekirin.

Navenda Nûçeyan – Li Midûra JINNEWS'ê Oznûr Deger, ji ber nûçeya bi navê "Fermandar Kamil Aksoy ê bersûcê îşkenceya li Nisêbînê hat gilîkirin" a ku di 16'ê Tîrmeha 2024'an de çêkiribû bi îddiaya "Hedefgirtina kesên di têkoşîna li diji terorê de peywir girtine" doz hat vekirin. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hat destpêkirin de îddianame li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat qebûlkirin.

Di îdianameyê de hate îdiakirin ku nûçeya hatiye çêkirina nakeve ber “azadiya çapemeniyê”. Dîroka danişînê hêj nehatiye diyarkirin.