Der barê rojnameger Ceylan Şahînlî de doz hate vekirin
Der barê rojnameger Ceylan Şahînlî de bi hinceta ku beşdarî bîranîna rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên hatin qetilkirin bû, doz hat vekirin.
Navenda Nûçeyan- Der barê rojnameger Ceylan Şahînlî de ku beşdarî bîranîna rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn a ku di 23'yê Kanûna 2024'an de di êrişa bi SÎHA'yê ya Tirkiyeyê de hatin qetilkirin bû, îdianame hate amadekirin.
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahînlî ku beşdarî bîranîna li Pirsûsê bû, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê ve lêpirsîn hatibû destpêkirin, piştî lêpirsînê bi sûcê "Muxalefeta li Qanûna Civîn, Xwepêşandan û Meşan" der barê wê de îdianame hat amadekirin. Îdianame ji aliyê Dadgeha Asliye ya Pirsûsê ve hate qebûlkirin.
Ligel Ceylan Şahînlî, bi heman hincetê der barê Hevserokê DBP'yê Amedê yê berê Mehmet Şîrîn Gurbuz, Hevseroka DEM Partiyê ya Dîlokê ya berê Hacer Ayhan û Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî de îdianame hate amadekirin.
Tê payin ku di rojên pêş de dîroka danişînê bê diyarkirin.