Der barê hemşîreya keziyê xwe hûnand de lêpirsîn
Bi milyonan jin tevlî kampanyeya hûnandina keziyan bûn û porê xwe kirin kezî. Li Kocaeliyê jineke hemşîre y ku tevlî kampanyaya hûnandina keziyan bû, Wezareta Tenduristiyê der barê wê de lêpirsîn da destpêkirin.
Naveda Nûçeyan- Çeteyekî HTŞ'ê bi navê Ramî El Dehş li bajarê Reqayê di 17'ê Çileyê de keziya şervaneke YPJ'ê ya ku di pevçûnê de şehîd bû jêkir û bîmenê vê hovîtiya xwe parve kiribû. Li ser torên medyaya dîjîtal li dijî vê yekê bertekên tund hatin nîşandan û li seranserê cîhanê kampanyaya hûnandina por hat destpêkirin.
Li Kocaeliyê jî jineke hemşîre tevlî kampanyaya hûnandina por bû. Piştî ku dîmenê wê li ser medyeya dijîtal hat parvekirin, lêpirsîn lê hat vekirin. Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê der barê hemşîreyê de lêpirsîn da destpêkirin.