Der barê 6 jinên rojnamevan ceza hat xwestin

Di danişîna doza 6 rojnamegerên jin de ku ji ber piştevaniya bi Çapemeniya Azad re tên darizandin, dozgerî mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest ceza li rojnamegeran were birîn.

Navenda Nûçeyan- Bi armanca protestokirina operasyonên li dijî xebatkarên çapemeniya azad darizandina doza 6 rojnamevanên di 29’ê Nîsana 2023’an de li Kadikoya Stebolê bi derbkirinê hatin binçavkirin berdewam dike.  3’yemîn danişîna doza rojnamegeran li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Anadoluyê hat lidarxistin. Rojnamegerên ku bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” tên darizandin, tevli danişînê nebûn. Hevdîroktorê Komeleya Medya û Xebatên Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok, ji parêzerên komeleyê Emîne Ozahasar û parêzerên rojnamegerên negirtî tên darizandin tev li danişînê bûn.

Ji dozger daxwaza ceza

Dozgerê dozê mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest her 6 rojnamevan Serpîl Unal, Yadîgar Aygun, Pinar Gayip, Eylem Nazlier, Zeynep Kuray û Esra Soybîr bên cezakirin. Parêzeran jî ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwestin. Şandeya Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişîn taloqî 31’ê Cotmehê kir.