Denîz Derya: Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo Îranê jî derbasdar e

Endama Koordînasyona Konseya KJAR’ê Denîz Derya, anî ziman ku banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Îranê jî derbasdar e û got: “Ji ber vê yekê divê jin xwe birêxistin bikin û têkoşîna hevpar bimeşînin.”

Navenda Nûçeyan – Hemû erdnîgariya Rojhilata Navîn di nava şerekî mezin de ye, her tişt serûbin bûye. Di nava vî şerî de jin ne tenê qurban e, rasterast bûye hedefa şer bi xwe jî. Şêrê cîhanê yê sêyemîn di bin siya bêdengiya raya giştî de didome. Di vî şerî de zêdetir bedena jinan û dengê wan dibe hedef.  Beden dîl hatine girtin, nahêlin dengê wan derkeve. Ji ber vê yekê bi taybetî piştî çirûska şoreşa “Jin Jiyan Azadî” rejîma Komara Îslamî ya Îranê bi sedan kes înfaz kirin, bi sedan bi îşkence û rêbazên şerê taybet dîl girtin. Gelek girtiyên siyasî yên jin bi gefa darvekirinê re rûbirû ne, heta ji dermankirina tibî jî bêpar in.

Zeyneb Celalian, Hura Nikbaht, Sepîdeh Qoliyan, Pexşan Ezizî, Peryuş Muselemî, Şerîfe Muhemmedî, Golruh Îrayî, Werîşe Mûradî, Mehuş Seydal û bi hezaran jinên din, li dijî vê pergalê di nava dîwarên girtîgehê de li ber xwe didin û ji mafên bingehîn bêpar hatine hiştin.

Li ser vê mijarê em bi endama Konseya Koordînasyona KJAR’ê Denîz Derya re axivîn. Denîz Derya bal kişand ser berxwedana bi biryar a jinên di girtîgehan de û deşîfrebûna polîtîkayên zextkar ên Îranê û wiha got: “Heta ku pêşengiya jinan tunebe, civakeke demokratîk pêkan nîne. Ger cîhan dengê jinên girtî nebhîze, dê ev şerê ne adilane rûxandinan zêdetir bike.” Denîz Derya bal kişand ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku ev bang ji bo Îranê jî derbasdar e.

Şerê heyî bi feraseta serdestiya mêr tê meşandin

Denîz Derya bi behskirina serê cîhanê yê sêyemîn dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ku ên zêdetir ji şer zirarê dibînin jin û zarok in û wiha domand: “Ev şer bi feraseta artêşên mêran tê meşandin û rasterast jinan hedef digre, bingeha civakê tune dike. Jin weke xenîmetên şer dîl tên girtin û firotin. Bi bedena jinan re xweza jî tê tunekirin. Ev şerê ku bi feraseta mêr destpê kiriye, di şexsê jinan de hemû civakê ber bi felaketê ve dibe.”

Şîrîn Elemhûlî bingeha berxwedanê ava kir

Denîz Derya, li ser pêşengên berxwedêr ên di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan an jî hê li ber xwe didin wiha got: “Rêber Apo, bi esasgirtina jinan dest bi têkoşînê kir. Jinan zana kir, bûn xwedî nasname, bi rêxistin kir û wan anî ba hev. Bi saya vê, bi raman û felsefeya Rêber Apo jiyan nû bû. Felsefeyek ku jin çi dixwaze û çi naxwaze, çi napejirîne û li pey çi ye ava bû. Pêşengên vê têkoşînê çêbûn û em îro vê pêşengiyê li hemû girtîgehên dagirkeran dibînin. Dagirkeran her dem pêşengên vê riya azadiyê weke xeter dîtine û hewl dane tune bikin. Serî li rêbazên qirêj ên şerê taybet û îşkenceyê dan lê yên ku xwe bi felsefeya Rêber Apo bipêş xistin û riya azadiyê hilbijartin, li girtîgehan di mercên herî giran de sekna xwe ya şoreşger parastin. Şîrîn Elemhûlî, yek ji girtiyên ku li Rojhilat çanda berxwedanê ava kiriye bû, rêwîtiya ku wê dest pê kir hê jî didome.”

Zeyneb Celaliyan ji hemû mafên xwe yên mirovî bêpar ma

Denîz Derya behsa Zeyneb Celaliyan a ku 18 sal in li Îranê di bin mercên herî giran de li ber xwe dide kir û wiha domand: “Zeyneb Celaliyan a ku bi cezayê muebetê girtî ye, xeta Sara (Sakîne Cansiz) û Şirîn Elemhûlî didomîne. Rejîma Îranê hewl da bi îşkenceyê wê teslîm bigre, xeta azadiya jinan bişkîne. Gelek caran zorê lê kir ku wê bide axaftin, lê bi ser neket. Ji ber wê yekê serî li îşkenceya fizîkî û derûnî da. Zeyneb Celaliyan ji hemû mafên xwe bêpar ma. Ji aliyê zagonî ve nehiştin parastina xwe bike. Bi salan nehiştin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ji ber îşkenceyê gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê çêbûn. Di dema şewba koronayê de nexweş ket, ronahiya çavên wê kêm bû, nexweşiyên xwînê pê re çêbûn lê hê jî nikare derman bibe.”

Her roj 2-3 kesên di girtîgehan de tên darvekirin

Denîz Derya, diyar kir ku zext zêdetir dibin û wiha got: “Rojnameger, hunermend, nivîskar, parêzvanên mafên mirovan, her dem ji bo Zeyneb Celaliyan dengê xwe derdixin lê ji ber zagonên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine nivîsandin, mafên wê yên yerî bingehîn jî tunene. Li gorî raporan ji meha Gulanê heta niha, li Îranê herî kêm 160 kes hatin bidarvekirin. Her roj 2-3 kes dibin qurbanên înfazên derzagonî. Kesên muxalif ên îtiraz dikin, parêzvanên mafên mirovan, bi awayê pergalî dibin hedef.”

 Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” çandeke nû afirand

Denîz Derya bi gotinên; “ŞoreşaJin, Jiyan, Azadî’, li Rojhilat û Îranê çandeke nû afirand” bal kişand ku serhildanê li girtîgehan bi pêşengiya jinan destpê kiriye û wiha got: “Kampanaya ku her roja Sêşemê bi navê “Ji darvekirinê re na” didome, berhema têkoşîna jinan e. Ev têkoşîn veguherî daxwaza hevpar a civakê. Rejîma Îranê herî zêde ji pêşengiya jinan ditirse. Xwestin şoreşê berovajî bikin û weke mijara ‘sergirtinê’ nîşan bidin lê bi ser neketin. Ji ber ku ev têkoşîn, di rastiyê de bersiva li dijî ferzkirinên bîrdozî yên rejîmê bû. Bi şoreşê re jinên pêşeng derketin loma rejîmê ew kirin hedef. Bi hezaran ji wan di girtîgehan de ne lê tevî îşkenceyên giran jî teslîm nebûn. Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û bi hezaran girtiyên siyasî pêşengiya têkoşînê kirin.”

Divê hevgirtina jinan zêdetir bibe

Denîz Derya, diyar kir ku berxwedana li zindanan bala jinên cîhanê dikşîne û wiha berdewam kir: “Daxwazên jinan şexsî nîn in, civakî ne. Jin ne tenê li girtîgehan, li malan jî dîl in. Li malê rastî şîdetê tên. Rejîma Îranê ji bo têkbirina berxwedana Jin Jiyan Azadî bi rûpoşên derdikeve pêşberî gel. Goya reforman pêşkêş dike, mijara sergirtinê dike nîqaşa sereke lê jin, gel baş dizanin ku bi tayînkirina wezîrên jin dê mafên gelan neyên dayîn. Jinên ku ji aliyê rejîmê ve hatine xwedîkirin gelo dê çawa daxwazên şoreşê biparêzin?”

Dewleta Îranê jinên ku bi feraseta mêr tevdierin diafirîne

Denîz Derya bi gotinên; “Rejîma Îranê hewl dide jinên bi feraseta mêr teşe girtine biafirîne” vê mînakê da: “Ev jin, bi porê jinan digrin wan bi zorê li wesayîda siwar dikin û davêjin girtîgehan. Gelo bi ferasetek wiha xizmeta ji jinan re dibe? Êrîşên li dijî jinan zêde bûn. Ji bo demokratîkbûna Îranê têkoşîna hevpar şert e. Îran di nava krîzên mezin ên aborî, civakî û siyasî de ye. Dê kî van krîzan çareser bike? Ger dewleta Îranê guh nede daxwazên wekheviyê yên gel, dê bi şerekî mezintir re rûbirû bimîne.”

Banga aştiyê û civaka demokratîk ji bo Îranê jî derbasdar e

Denîz Derya, di dawiya axaftina xwe de banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û civaka demokratîk” bi bîr xist û wiha bidawî kir: “Ev rê ji bo Îranê jî derbasdar e. Divê jinên pêşeng di girtîgehan de nebin. Divê dewleta Îranê ji nû ve têkiliya xwe bi civakê re çêke, pêşî li rêxistinbûna civakê veke. Tenê bi pêşengiya jinan mirov dikare li dijî vî şerî bisekine. Em bawer dikin ku gelê Rojhilat û Îranê ji bo demokratîkbûna Îranê dê têkoşîneke mezin bidin. Berpirsyariya vêya zêdetir li ser milên jinan e. Ji ber vê yekê divê jin xwe birêxistin bikin û têkoşîna hevpar bimeşînin.”