‘Planên dagirkeriya Tirk bi destê rêveberiya demkî dewam dike’

Jinên ji Serêkaniyê koçber bûne piştrast kirin ku êrîşên HTŞ’ê ya cîhadîst, berdewama komplo û dagirkirina Serêkaniyê ne û gotin ku berxwedana jinan dê planên wan pûç bike.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Bi nêzbêna salvegera 6’emîn a dagirkirina bajarê Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dagirkeriya dewleta trik ve, di şeva 6’ê cotmehê de rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ku ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve tê birêvebirin, bi gule û topên hewanê êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê kirin. Di heman demê de hewl dan ku bi tank û panzêran derbasî herdû taxan bibin. Jinên Koçber ên kampa Serêkaniyê helwestên xwe li hember van êrîşan nîşan dan.

‘Êrîş berdewama planên binpêkirin û dagirkeriyê ne’

Gulistan Haco diyar kir ku rêveberiya demkî di êrîşên xwe yên li ser Şêx Meqsûd de senaryoya dagirkirin û binpêkirinên ku li Serêkaniyê qewimîne dubare dike û got: “Êrîşên rêvberiya demkî li ser Şêx Meqsûdê, berdewamiya dagirkirin û binpêkirinên ku li Serêkaniyê qewimîn e. Hêviya me ew bû ku piştî çûyîna rejîma Esed pirsgirêka gelê Sûriyeyê çareser bibe, lê êrîş û binpêkirin berdewam dikin. 6 sal in em di kampan de êş dikşînin û divê rêveberiya demkî pirsgirêka koçberan berçav bigre. Çima li Şêx Meqsûdê êrîşî gel dikin û binpêkirinan li wan dikin? Ev êrîş berdewamiya komploya dagirkirina herêmê û guhertina demografiya wê ne.”

‘Hebûna me li kampê israra me ya vegerê nîşan dide’

Asya Newaf destnîşan kir ku divê rêveberiya demkî peymana 10’ê Adarê bicîh bîne û ber bi diyalogê ve biçe, ne ku êrîşî sivîlan bike. Asya axaftina xwe wiha domand: “Em van êrîşan qebûl nakin û em piştgiriyê didin gelê xwe yê li Şêx Meqsûdê. Hebûna me li kampê israra me ya vegera malên me nîşan dide. Me rêya berxwedanê hilbijartiye û em ê vê rêyê bişopînin da ku bi azadî û rûmet bijîn. Êrîşên hikûmeta veguhêz nîşan didin ku ev hikûmet çareseriyek bi rêya diyalogê qebûl nake. Em daxwaza çareseriyek bi rêya diyalogê dikin û ger ew di êrîşan de israr bikin, erkê me ye ku em piştgirî bidin gelê xwe.”

Asiya di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê, divê hikûmeta veguhêz bendên 10’ê Adarê bicîh bîne û wiha got: “Bê diyalog û bicîhanîna bendên Peymana 10’ê Adarê, Sûriyeya demokratîk nayê avakirin û pirsgirêka wê çareser nabe.”