Dengê Filistîniyan a li dîasporayê Leyla Şahed koça dawî kir

Nûnera berê ya Filistînê ya li Fransa û Yekîtiya Ewropayê Leyla Şahed, di 76 saliya xwe de koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan – Nûnera berê ya Filistînê ya li Fransa û Yekîtiya Ewropayê Leyla Şahed, koça dawî kir. Xwişka wê Zeîna Şahed, ji AFP’ê re piştrast kir ku Leyla Şahed jiyana xwe ji dest da û ev agahî di heman demê de ji aliyê rojnameya Le Monde ve jî hate ragihandin.

Xwişka wê, hûrguliyên li ser sedema mirina Leyla Şahed parve nekir, lê rojnameya Le Monde da zanîn ku dîplomat demek dirêj bi giranî nexweş bû.

Çavkaniyek nêzî lêpirsînê ji AFP re, got ku cenazeya nûnera Filistînî roja Çarşemê li mala wê li gundê Lèque ya girêdayî şaredariya Lussan a parêzgeha Gard, hatiye dîtin.

Çavkaniya ku got, "Li gorî vedîtinên destpêkê, bûyer mîna xwekuştin tê dîtin”, da zanîn ji bo "lêkolînkirina sedema mirinê", lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Dengê Filistîniyan a li Ewropayê

Leyla Şahed a di sala 1949’an de li Lubnanê ji dayik bû, bû yek ji rûyên herî navdar ên doza Filistînê ya li Ewropayê. Leyla Şahed, di navbera salên 1994-2005’an de mîna nûnera Rêveberiya Filistînê ya li Fransayê xebat meşand. Piştre, nêzîkî deh salan li Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê nûnertiya Filistînê kir.

Leyla Şahed, di sala 1989’an de li ser navê Rêxistina Rizgariya Filistînê (FKO) li Îrlandayê û piştre jî li Hollandayê erka nûnertiyê kir. Leyla Şahed, mîna ewil dîplomata jin a ku FKO’yê li derveyî welat temsîl kir, derbasî tomaran bû.

Helwesta siyasî

Leyla Şahed a xwendina xwe ya navîn li Lubnanê temam kir, li Zanîngeha Emerîkan a Beyrûtê perwerdeya antropolojî girt. Leyla Şahed, bi nivîskarekî Mexribî re zewicandî bû.

Leyla Şahed a bi daxuyaniyên xwe yên têkildarî nakokiya Filistîn û Îsraîlê jî bal kişand ser xwe, di hevpeyvîna xwe ya di payîza 2025’an de ji bo rojnameya L'Humanité da, êrîşên Îsraîlê ya di 7’ê Cotmeha 2023’an de a li dijî sivîlên şermezar kir.

Di bernameyekî ku di sala 2019’an de beşdarî TV5Monde bû, wiha gotibû, "Bihara Ereb di kûrahiya civakan de jiyan dike” û Qudûsê mîna "bajarê aştiyê yê aydê hemû baweriyan" bi nav kiribû.

Leyla Şahed, salên dirêj mîna rûyê dîplomatîk ê Filistînê ya li Ewropayê, di nava kesên ku bi derdorên alîgirê aştiyê re têkilî datîne û banga diyalogê ya di navbera her du gelan de kir de, cih girt.