Demxekirina civakî û ne cezakirin li Tûnisê rê li ber tundiyê vedike

Endama damezrîner a komeleya "Destpêkê Jin" li parêzgeha Sîdî Bozîd a Tûnisê Heyat El-Qadêrî destnîşan kir ku bêdengî û demxekirina civakî rê li ber zêdebûna pirsgirêkên tundiyê û destdirêjiyê vedike.

ÎXLAS EL-HAMRÛNÎ

Tûnis – Li Tûnisê, gelek jin û jinên ciwan di bin siya zagonan û tunebûna berpirsyariya sûcdaran de bêdeng dijîn. Ger jinek xwedî pêdiviyên taybet be êşa wan girantir dibe û ji ber nebûna hişmendiya civakê û bêhêziya sazûmanî, bi tundiya zayendî re rûbirû dimînin.

Li parêzgeha Sîdî Bozîd a paşguhkirî, gelek çîrokên ku dinava dîwarên malan hatine veşartin hene. Jinên ku dengê wan hatiye birîn, bêdena mane, gelek in. Di nav wan çîrokan de çîroka ‘Rewa’ ya ku zarokek ku dê warê derûnî de nebaş e û rastê destdirêjiya zayendî hatiye ye. Dema ku dayika wê biryar da ji bo cezakirina sûcdar tedbîrên zagonî bigre, bi gelek zehmetiyan re rûbirû ma.  

Dayika zaroka bi navê Rewa, Suad El-Xelêfî bi gotinên "Zaroka min li pêşiya malê dilîst û nişkave winda bû” behsa bûyera bi êş kir û wiha got: “Min li zaroka xwe dinêrî li ber malê dilîst lê gava ji bo karên malê ketim hundir û dîsa derketim, min dît zaroka xwe li cihê xwe nîn e. Ez derketim lê geriyam, dem amin ew dît şok bûbû dikeniya. Gava min jê pirsî bersiv da got: Ez bi "filan" re bûm. Wî tacîz û destdirêjiya cinsî li min kir.” Min biryar da ku zaroka xwe biparêzim. Tavilê min gazî polîsan kir, hatin malê û tedbîrên pêwist girtin. Roja din, me testên dadwerî kirin. Min ew bir cem psîkiyatrîst û doz vekir da ku sûcdar ceza bigre."

Sûcên ku zagon wan ceza nake

Suad El-Xelêfî diyar kir ku ji ber zaroka wê ji aliyê derûnî ve ne nebaş e ji hêla zagonî ve nebawer e û wiha axivî: "Li van dadgehan tenê ez û zaroka xwe man. Bêyî ku çareserî ji pirsgirêka me re bê dîtin an jî sûcdar bê cezakirin. Lê têkoşîna min berdewam dike ji bo parastina mafên zaroka xwe ez bi komeleyeke jinan re li Sîdî Bozîd axivîm û em bi hev re têdikoşin ji bo ji kujer hesab bixwazin."

Li dijî tundiyê hevgirtina jinan

Komeleya "Destpêkê Jin" ji bo jinên li herêmên navxweyî dixebite û pişgiriyê dide. Komele di sala 2019'an de bi armanca piştgiriya bi karkerên jin re di qada çandiniyê de ava bûye lê veguheriye komeleyek ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û parastina mafên wan ên aborî, civakî û derûnî. Komele xebatên xwe bi taybetî li parêzgeha Sîdî Bozîd, El-Qesrîn û Qefas dimeşîne. Di sala 2022'yan de komeleyê navnedek guhdarîkirinê ava kir da ku xizmetên psîkolojîk û hiqûqî bê pere pêşkêş bike. Her wiha komeleyê ji bo jinên ku ji tundiyê rizgar bûne cihên bi ewle ava kir.

'Demxekirin bûyerên tundiyê zêde dike'

Yek ji damezîrenerên komeleya "Destpêkê Jin" Heyat El-Qadêrî bal kişand ser sedemên zêdebûna bûyerên tundiyê û wiha got: "Tevî ku em gelek jinan pêşwazî dikin jî hê bûyerên tundiyê di nava civakê de tên veşartin. Piraniya mexdûran ji ber demxekirina civakî hewl didin bêdeng bimînin, ev jî  pirsgirêkan zêdetir dike. Li herêmê mijarên tundiyê nayên nîqaşkirin, bi taybetî ger mexdûr xwedî pêdiviyên taybet bin. Ji ber vê me xwest em bibin dengê jinên ku hatine bêdengkirin. Komele perwerdeyên der barê piştevaniya derûnî, tendrustiya derûnî û zayendî de organîze dike ji bo ku destek bide jinan û wan hişyar bike."

'Bernameyên rehabîlîtasyonê ji bo bilindkirina hişmendiya civakê ne'

Heyat El-Qadêrî destnîşan kir ku komele semînerên diyalogê bi jinan re li dar dixe da ku wan li ser tundiyê û xeterên wê şiyar bike û wiha pê de çû: "Bi riya diyalog û bernameyên rehabîlîtasyonê gelek jin bê tirs pirsgirêkên xwe tînin ziman. Her wiha em hewl didin wan di warê aborî de bihêz bikin û tevlî projeyên aborî bikin. Jinek ciwan ku bi tundî û destrêjiyê re rûbirû mabû, bi riya perwerdeyan niha bihêz bûye, çalakvaneke mafên jinan e û parastina wan dike. Em hewl didin ji jinan re xeterên tundiyê vebêjin û wan hişyar bikin. Ji ber tunebûna hişyariyê, gelek jin bi tundî û destdirêjiyê re rûbirû dimînin."

Heyat El-Qadêrî mînakek li ser zehmetî û kêşeyên ku pê re rûbirû dimînin bi lêv kir û got: "Niha em li ser doza zarokek xwedî pêdiviyên taybet dixebitin. Zilamekî lê destirêjiyê kiriye. Heta niha doza wê nehatiye çareserkirin. Ji ber ku bi tevliheviyên derûnî re dijî. Ev jî bûye sedem ku mexdûr mafên xwe winda bikin, ji ber ku nikarin tiştên hatine ser wan îsbat bikin."

'Niha dema bilindkirina dengê jinan e'

Heyat El-Qadêrî tekez kir ku çalakvanên komeleyê hewl didin piştevaniyê bidin jinên mexdûr û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Çalakvan û xebatkarên komeleyê hewl didin desteka madî û manewî bidin jinên mexdûr û mafên wan bi wan bidin nasîn. Girîng e ku zagonên parastina mafên mexdûran dikin hebin. Bêdengî tu çareseriyê bi xwe re nayne, niha dema bilindkirina dengê jinan e li dijî binpêkirinan."