Demokrasiya Kurdan – ANALÎZ
Helwesta teng a ku sekna eşîreta xwe û êl û herêma xwe aniye nevenda Kurdistanê, ancax bi feraseta demokratîk û pergala demokratîk dikare bê derbaskirin. Di vê wateyê de xebata Yekîtiya Netewî di her alî de hatina demokrasiyê ye.

DÎCLE AMED
Em di pêvajoyek pergala dîzayna dinyayê tê kirin de dijîn. Di pêvajoya 1’emîn Şerê Dinyayê de, dîzayna pergala dinyayê, li Rojhilata Navîn jî bi avakirina netewdewletan û çar perçekirina Kurdistanê bi encam bû. Piştî sed salan, em ketin pêvajoya dîzaynkirina çareseriya netew dewletan. Divê destpêkê ev yek baş were zanîn, ya ku guherîna herêmê pêk aniye, şerê azadiyê yê gelê me ku bi êşên mezin li çar perçeyên Kurdistanê bi sedsalan di bin dagirkerî û rejîma qirker de ye. Girêdanbûna gelê Kurd bi azadiyê ve û têkoşîna bê westan, pergala qirkirin û dagirkeriyê têk bir.
Kurd û jinên Kurd pergala netew dewlet têk birin. Lê belê di vê pêvajoya dîrokî de, bi qasî derfetên azadiyê yên li pêşiya me, xeterî jî hene. Di pêvajoya şerê cîhanê yê yekem de wek gelek gelan di nava gelê Kurd de soza dewletê hat dayîn, nexşe hatin xêzkirin û hema bêje di vê xetê de wê pergal bihata avakirin. Lê belê jinên pêşengên gelê Kurd, bi herêmên xwe re sînordar man, bi giştî pêşxistina fikra Kurdistan û aqilê hevpar e. Bi van sedeman bi hev re tevger nekirin û di encamê de çar perçekirina Kurdistanê bi Peymana Lozanê, hat înkarkirin. Ji ber vê yekê, ji bo ev pêvajo di aliyê gelê me de bi serkeftinê bi encam bibe, yekane tiştê pêwîst, divê yekîtiya gelê Kurd bê avakirin.
Perçeyên netewî, herî zêde ji bo jinên Kurd bûye felaketek mezin. Ya herî zêde ji vê êşê par girtî, jin in. Dagirkeriya Kurdistanê tê wateya beden û rûmeta me di bin dagirkeriyê de ye. Wek jinên Kurd di sedsala dawî de me di bin zilma tecawîz, komkujî, revandin û kedxwariyê de jiyan kir. Kedxwarî di vê wateyê de ji bo me jinan pirsgirêka herî bingehîn e û şertê ewil yê azadiya jinê, ji dagirkeriyê rizgarkirin e. Lê belê perçebûna netewî, di berdewamiya dagirkeryê de dibe bingeh û ji ber vê perçebûna netewî destpêkê pirsgirêka rûmetê ya jinê ye. Di vê wateyê de tekane riya ji holê rakirina tundiya li dijî jinê li Kurdistanê sedemên koletiyê, di nava yekîtiya netewî de bi piştevanî bi hev re tevgerkirin e.
Sedemên cemidandin û hêdîkirina yekîtiya netewî
Wek tê zanîn xebatên yekîtiya netewî, ev demeke dirêje tê meşandin. Rêxistinbûnên ‘Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurdan’ ku di sala 2007’an de destpê kirî, di sala 2009’an li Amed û di sala 2011’an de li Hewlêrê du konferansên mezin û girîng lidar xistin. Di nava 10 salên dawî de plana çokdanînê ya ku em pê re rûbirû man, bi koalîsyonên hevkariyê re hatin meşandin û vê yekê jî derbek mezin li rêxistinbûna yekîtiya netewî xist. Dagirkeriyên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê û siyaseta tunekirinê ya navenda wê NATO ye, sekna hinek partiyên Kurdan a li dijî ruhê yekîtiyê, xebatên yekîtiya netewî cemidandin.
Lê belê xebatên ku konferansa yekîtiya netewî ya bi konferansê hatin sînordarkirin, wek yekîtiya partiyên siyasî ya tenê xwe teng kir û yekîtiya netewî civakî nekir, di bingeha avakirina netewa demokratîk de rewşa xapînok ku kûr nebûyî, pêşketina pêvajoyê astengkir. Di heman demê de xebatên yekîtiya netewî ya jinan ji pirsgirêkên giştî yên yekîtiya netewî derket û bi awayê avakariya xweseriyê de bi qasî ku pêwîst dike nehat pêşxistin. Heçkû yek ji armancên wan, rêxistinbûna yekîtiya netewî ya jinên Kurd e, xitimandina ku hinek partiyên Kurd ferz kiriye, di bingeha xwe de derbas kir.
Di mijara yekîtiya netewî de Rêber Apo bi nameyên ku ji partiyên Başûrê Kurdistanê re şandin û rêbazên diyalogê, xitimandina ku tê jiyîn çareser kir. Di vê pêvajoya dîzaynê ku sedsala pêşiya me dîzayn dike de, perçebûna Kurdan wê bibe felaketek rast. Em dikarin bêjin ku; Rêber Apo gelê Kurd ji felaketek mezin rizgar kir. Di encama vê mudaxeleyê de di xebatên yekîtiya jinên Kurd de îradeyek erênî derket holê. Xwe wek Platforma Yekîtiya Jinên Kurd îlan kir û li Rojava Konferansa Yekîtiya Netewî lidar xist.
Sekna teng bi feraseta demokratîk û pergala demokratîk çareser dibe
Rêbertî perçebûna netewî wek “Êşa Demokrtaîkbûnê ye. Hê civakek ku demokratîk bûye nehatiye avakirin. Ev êş hê jî rojane ye” bi nebûna nêzîkatiyek demokratîk ya Kurd ve girê dide. Helwesta teng a ku sekna eşîreta xwe û êl û herêma xwe aniye nevenda Kurdistanê, ancax bi feraseta demokratîk û pergala demokratîk dikare bê derbaskirin. Di vê wateyê de xebatên yekîtiya Netewî di her alî de hatina demokrasiyê ye. Bi demokrasiyê divê yekîtiya netewî were avakirin. Berovajî wê, ji bo koalîsyona partiyan û ji ber vê sedemên herî bûçuk yên ji derve, wê yekîtiyê ji belavbûnê rizgar neke. Yekîtiya netewî ji bo herkesê Kurd, hişyariya maf, hunera avakirin û lêgerînê ye.
Ev rastiyek e, ji ber desthilat ne navendî ye, jin di pirsgirêkên derbaskirina yekîtiya netewî de hê nermtir dibin. Ji bo derbaskirina pirsgirêkên ku ev demeke dirêj e xebatên yekîtiya netewî bipêş neketiye, divê em têkiliyek giştî û rêxistinbûnê bipêş bixin. Ji bo ku xebat ji seknên paşxistinê bê parastin, xebatên yekîtiya netewî bi konferansê re sînordar nekirin, ne nirxandina yekîtiya netewî ya wek xebatek avakirinê, ne tenê yekitiya partiyan, weke civaka demokratîk bi berfirehkirina perspektîfê bê rûniştandin. Pirsgirêka me ya bingehîn; em yan nêzîkatiyên lîberal û dogmatîk ên teng derbas nakin, yan jî feraseta lîberal li dû xwe nahêlin. Sedema vê yekê jî, em yekîtiya netewî ne di aliyê civakî de, di aliyê siyaseta teng de dinirxînin. Yekîtiya netewî pirsgirêkek hem polîtîk û hem jî civakî ye. Hem aliyên wê yên taktîk gelek in, hem jî stratejîka giştî hedef digree. Di vê wateyê de ji bo yekîtiya netewî di bingehê yekîtiya civakî û yekbûnê de bê pêşxistin, divê ev bighên şêwazek xebatê.
Di dîroka jina Kurd de yekem car ji çar perçeyên Kurdistanê û ji dîasporayê nûnerên 24 parti, rêxistinên jinan û partiyên siyasî birêxistinbûnek hevpar ava kirin. Ev, yekîtiyek dîrokî û xwedî wateyek pir mezin e. Hem li ser tevgera siyasî ya Kurd, hem jî li ser jinan bandorek gelek baş ava kiriye û daxwazek mezin a tevlîbûna li nav platformê, derketiye holê. Ji ber ku platformê pêkhateyên civînê digirt nav xwe û nekarî gelek binyad û kesayetên di vê platformê de cîh bigirin, bigre nav xwe. Lewma jî hedefên mezinkirin, birêxistinkirin, berfirehkirina li ser bingeha yekîtiyan, xwedî derketina li pirsgirêkên civakî yên jinen Kurd û têkoşîna wan û kongrebûna bi konferansê, ewê encamên girîng derxe holê.