Dema ku tu gotin û analîz têra vegotina şer nakin

Şerê di navbera Îran, DYE û Îsraîlê de êdî ne tenê pirsgirêka qada şer e, gotin têr nakin û rastî li gorî siyaset, medya û biryarên demkî şekil digre.

 ŞÎLA QASEMXANÎ

 Navenda Nûçeyan – Di ser şerê di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de mehek derbas bû. Vî şerî nîşan da ku pevçûnên îro ne tenê bi qadên şer ên leşkerî re sînordar in. Zexta pevçûnên siyasî û êrîşên leşkerî, bi hêza medyayê ketiye nava hev û gihîştiye asteke ku zîhn û psîkolojiya mirovan veguhere qadên şer. Di vê pêvajoyê de lîstikên devkî yên Donald Trump di çarçoveya medyaya girseyî de ne tenê analîstan tevlihev dike, di heman demê de asoya şîrovekirin û pêşbîniyê jî tarîtir kir. Di encamê de hem analîzkirin zor bû, hem jî civak der barê pêşeroja şer de ket nava nediyariyê.

Şîroveyên tên kirin ji rastiyê derbas bûne

Di van rojên şer de, heta beriya wê, leza şîrovekirinê ji leza rastiyê derbas dibe. Vegotin bi lez û bez tên kirin, analîz li pey hev tên û her aktor hewl dide wateya şer di çarçoveya ku rewatî û serdestiyê dide wê de pênase bike lê pirsgirêk ew e ku şer her dem li gorî van vegotinan bi pêş nakeve, gelek deman ji daxuyaniyan zêdetir, li gorî herikîna xwe şekil digre.

Di nêrîna klasîk de, şer wekî diyardeyek têgihîştî û heta astek pêşbînîkirî dihat qebûlkirin. Ji modelên hevsengiya hêzê bigre heta mantiqa astengkirinê û hesabên ji bo sûdê, gelek nêzîkatî, ji bo fêmkirina ku şer kengê dê dest pê bike, çawa pêşve diçe û di kîjan xalê de raweste dibû alîkar. Lê ezmûna şerên îro û bi taybetî tabloya ku me di aloziyên dawî yên di navbera Îran, DYE û Îsraîlê de dîtin, nîşan didin ku ev çarçove, her çendî hê jî bi fêde bin ji bo ravekirina rastiyê têr nakin.

Rastî gelek tevlîhev e

Yek jî mînaka herî eşkere ya vê, valahiya di navbera vegotina fermî û rastiya li qadê de ye. Li aliyekî Îsraîl weke çalakiyek pêşîlêgir ji bo kontrolkirina gefa êrîşan pênase dike, li aliyê din jî Îran van kiryaran weke êrîşkar bi nav dike û bersiva xwe di çarçoveya parastina rewa de dide. Di asta medyayê de, ev rûbirûbûn hêsan û têgihîştî xuya dike lê li ser qadê, berfirehbûna gav bi gav a çarçoveya pevçûnê, ji danûstandina êrîşan bigre heta zêdebûna hebûn û rola DYE’yê li herêmê, nîşan dide ku rastî ji vê dubendiya hêsan tevlihevtir e.

 

Ev tevlihevî dema li pêşbîniyên beriya şer were mêzekirin, zêdetir diyar dibe. Di mehên beriya şer de, gelek navendên lêkolînê yên Emerîkayê, di nav de Enstîtuya Brookings, Korporasyona RAND û Konseya Têkiliyên Derve hene, îhtimala şerek rasterast û mezin lawaz didîtin. Bingeha van nirxandinan li ser bingeha çarçoveya fêde-maliyet a naskirî û texmîna aqilmendiya aktor bûn lê dihat fikirîn ku maliyeta şerekî mezin bi xwezayî dê alîyan ber bi xweragirtinê ve bibin.

 Nakokî rewşê aloztir dikin

Lê belê tiştên qewimîn nîşan dan ku di fêmkirina dînamîkên şer de tenê xwespartina van modelan têrê nake. Beşek ji vê kêmaniyê, çavkaniya xwe ji nêzîkatiyên aktoran digre. Di gelek analîzan de, texmîn ew bû ku rêberên siyasî, tevî Donald Trump dê di dawiyê de ji ketina şerekî ku bedelên wê giran bin dûr bikevin lê di pratîkê de, biryar ji hesabên demdirêj bêhtir ji hêla nirxandinên demkurt, zextên navxweyî û guhertinên bilez ên di rewşa siyasî de bi bandor bûn.

Nakokiyên di daxuyaniyan de, rewşê bi aloztir kiriye. Balkişandina dubare ku şer wê bi lez bi dawî bibe hat kirin lê belê hat dîtin ku di qadê de çarçoveya şer kêm nebûye û heta berfireh bûye. Gotinên fermî û tona wê di nava demên kurt de her dem guhertinê nîşan didin ku êdî ne mumkun e tenê bi guhdayîna gotinên tên gotin herikîna şer texmîn bikin. 

Di qadek wiha de, dibe ku rasttir be mirov li şûna behsa bêserûberiya analîzên li ser bingeha aqilmendiyê bike, behsa sînordarkirinên wan li hemberî rastiyên tevlihevtir bike, rastiyên ku tê de bêîstîqrariya biryardayînê, pêşbaziya navxweyî û mantiqên demkurt roleke diyarker lîstine.

Tebeqeyên şer

Ji bo têgihîştinek baştir a vê rewşê, dibe ku mirov şer ne wek diyardeyek yekane, weke muqayesekirina çend şerên din bibîne. 

Ya yekem, şerê di asta fermî de tê pênasekirin, rûbirûbûna leşkerî ya eşkere ku di êrîş, bersiv û tevgerên leşkerî de tê dîtin e. Ev asta şer ew e ku di nûçeyên dawî de tê nîşandan û xuya dike ku kontrolkirî û analîzkirî ye. Di vê çarçoveyê de, her aliyek hewl dide bi danîna xetên sor û nîşandana hêzê, hevkêşeya astengkirinê li gorî berjewendiya xwe biguherîne.

 

Di asta duyemîn de, şerekî din ê kêmtir xuya dike heye, şerekî hesabên siyasî yên demkurt. Di vê astê de, biryar ji bo bidestxistina serkeftineke leşkerî ya dawî nayên girtin, zêdetir ji bo rêvebirina rewşên navxweyî yan jî sererastkirina demkî ya hevsengiyan xizmetê dike. Mînak, êrîşeke sînorkirî dikare ji armancek leşkerî bêhtir fonksiyoneke medyayî yan siyasî hebe, ji guhertina rojeva giştî bigre heta şandina peyamek ji reqîb û hevalbendan.

Di vê astê de, heta kontrola şer bi xwe jî dibe amûrek, ne ewqas berfireh e ku neyê rêvebirin û ne jî ewqas sînordar e ku bêbandor be. Ev rewş bi awayekî sûdê dide domdariya şer, ji ber her carê dikare di astekê de hîn jî fonksiyona xwe ya siyasî diparêze were girtin. 

Di dawiyê de, tebeqeya sêyemîn, derxist holê ku şer weke pêvajoyek e. Pêvajoyek ku hêdî hêdî sazûmaniya dihilweşîne û ji nû ve pênase dike. Îşaretên vê sazûmaniyê, ji guherîna hevsengiya hêza herêmî de, di normalîzekirina fikra pevçûna rasterast di navbera aktorên ku berê jê dûr diketin de û di guherîna hêviyên aktoran ji hev de têne dîtin. Ev asta ku bi gelemperî kêmtir xuya dike, encamên wê mayînde ne.

Pirsa kî dê bi ser bikeve? kêm caran dipirsin ka şer dê çi biguherîne. Ji ber vê, şer pêşbîniyê derbas kirine, baweriya bi analîzan jî winda dikin.

Şer tenê li qadan naqewime

 Dibe ku pirsa herî girîng; şer kengê bi dawî bibe zêdetir, çima didome de ye. Tevî zêdebûna zextên aborî, fikarên navneteweyî û îtirêzên raya giştî, şer çima didome?  Bersiva vê pirsê nikare tenê di hesabên leşkerî de were lêgerînkirin divê li siyaseta navxweyî, reqabetên herêmî û mantiqên nearam ên biryardayînê werin lêkolnkirin.

Şer tenê li qadan naqewime, di ziman, çîrok û biryarên demkî de didome. Ev ast, heta di heman demê de neyên nirxandin, her analîzek, çiqas rast be jî dê beşek ji rastiyê ji dest bide.

Ev şer ji pevçûneke leşkerî zêdetir, ezmûnek e ji bo rêbazên me yên têgihîştina şer e. Ji bo têgihîştina rastiyên tevlîhev ên îro divê em ji çarçoveyên yek-qatî û zêde dûr bikevin û ber bi analîzên ku dikarin bêîstîqrarî, pirqatî û guherbariyê biguncînin ve biçin.