Dema ku porê jinan bi riya hûnandinê vediguhere jînerjiyek watedar
Di demên ku nivîsandin qedexe bû û ziman dihat tepeserkirin de, jinan dîroka xwe di porê xwe de hilgirtine. Nexş, morîk û rengên benan alfabeyek bêdeng diafirînin. Beden dibe arşîvek, por jî dibe rêzên dîrokê.
LOTUS JİYANDA
Di çanda Ma de, por temsîla wate, bîr û estetîkê ye. Li vir huner ne xemilandin e zimanê wê. Estetîk ne hez, forma heqîqeta taybet a jina dayîk e. Hûnandina por ango kezî, bûye şêweyek nivîsandinê ku ne bi alfabeyê, bi zimanê laş diaxive. Di çanda Ma de ew bi awayekî, bi çanda ku wê bi por afirandiye ketiye xwezaya duyemîn. Jina dayîk, piştî ku sira jiyanê ji mamosteyê xwe, ji Xwezaya Yekem fêr bûye, dest bi afirandina çanda civakî ya bi riya por û hunera kezî, kiriye. Bi vê hişmendiyê, fêr bûye û fêr kiriye ka mirov çawa tora jiyanê dihûne.
‘Ger porê jinê dirêj, stûr û kezî be, jînerjiyê belav dike’
Çawa ku tevnepîr bi çêkirina tevnê xwe ji hebûna xwe çêdike û bi gerdûnê ve girêdide, jin jî bi hunandina porê xwe xwe bi dem, civak û xwezayê ve girêdide. Tevna tevnepîrê geometrî ye, ferasetî û matematîkî ye. Ew di heman demê de nexşeya jiyanê ye jî. Ji ber ku tevna tevnepîrê hem stargeh û hem jî xefik e; ew hem jiyanê diparêze, hem jî wê birêxistin dike. Di mîtolojiyên xwedawenda dayîkê de, tevnepîr hişmendiya îlahî ye ku çarenûsê diafirîne. Ger porê jinê dirêj, stûr û kezî be, ew jînerjiyê belav dike û pêwendiyên xurt çêdike. Ya ku enerjiya jinê bi xwezayê ve girêdide, por e. Dema ku por li ser kokên xwe û ne qutkirî be, enerjiya jiyanê diafirîne. Por di her alî de nasname ye. Ew tiştê di hundir de bi zimanekî bêdeng dide derve. Ger kes di hundirîn û derveyî de tevahî be, por, stûr, zindî û ahengdar e.
Di civakên Efrîqî de, por bûye pirtûkek dîrokê ya zindî
Ji demên kevnar ve por, wek dirêjkirinek berbiçav a hêza jiyanê tê dîtin. Peykerê Venus ê ji çanda Ma, li Awistiryayê. Dîroka wê dighê B. Z. 30 hezar salan û kûrahiya dîrokî ya porên hûnandî nîşan dide. Di kultên xwedawenda dayîkê de porê dirêj û kezî, wekî sembola bereket, ax û azadiyê, etîk û estetîkê pîroz dikir. Di nav gelên cîhanê de por ne tenê xemilandinek bedenê bû, zimanê berbiçav ê çarenûs û giyan jî bû: Li Çînê, dirêjahî û şêwaza porê jinan di qesra împaratorî de rîtma sazûmaniya civakî û îtaetê nîşan dida. Di Çermesoran de, por riya hêza giyanî ya şervan û şamanan bû, nîşaneya dilsoziya bi civak û xwezayê re bû. Jinên Vîkîng porên xwe hem ji bo parastin û hem jî ji bo berxwedanê dihûnin, amedekariya xwe ji bo şer û azadiyê, veguherandin rêûresmek bedenî. Li Hindistanê, dema porê bûkan dixemilînin dîroka malbatê û pîroziya zewacê berçav dike, di heman demê de zimanê bêdeng ê çarenûsê jî hildigre. Di civakên Efrîqî de, por bûye pirtûkek dîrokê ya zindî ku aydiyeta qebîlê, binemal û kok û berpirsiyariyên civakî vedibêje. Her têl, her kezî, ne tenê riya estetîkî ye, riya berçav a bîra gerdûnî, berxwedan û enerjiya kevnar e jî.
Di ol û baweriyan de cihê por
Di bawerî û olan de, por ne wekî dirêjiyek bedenê, wekî sembolek xuya ya giyanê tê dîtin. Di Cihûtî û Xirîstiyaniyê de, por nîşana pîrozî û dilsoziyê ye. Di Îslamê de, por li gel edeb û mehremiyetê, perdeyek ji sazûmaniya îlahî ye; porê ku tê nixumandin an jî birîn, dibe zimanê terbiyeya nefs û teslîmbûnê. Di Budîzmê de, keşe porê xwe bi temamî jêdike, xwebûna xwe diterikîne û xwe ji girêdanên dinyayî paqij dike. Di Hindûîzmê de kezî, bi taybetî wek di keziyên Şîva de, wek riyek ku enerjiya gerdûnî û dem bi hev ve girêdayî tên hesibandin. Di baweriyên Efrîqî û xwecihî de jî por û kezî, tayên ku rihên bav û kalan, erd û ezman bi hev ve girêdidin e; her kezî duayek e, her ta lavayek e.
Kî porê kê jê bike, dem û bîra wê jî jê dike
Di porê mêran de jî sembolîzmeke wisa heye. Di gelek civakan de, derwêş, sofî, fîlozof û kesên li ser riya heqîqetê her tim por û rihên xwe dirêj hiştine. Por bi wateyên pir kûr barkirî ye. Dema ku mirovên mezin por û rihên xwe dibirin, zarokên ku herî nêzîkî zanista metafîzîkê ne, pir bertek nîşan didin û bi gelemperî digirîn. Zarok ji qutkirina por nefret dikin. Qutkirina por û rih, bi koletiyê dest pê kiriye. Yekem tiştê ku bi serê kesekî dîlgirtî an kolekirî tê, qutkirina porê wan a heta sifirê an jî kurtkirina wê bû. Porê kurt wekî temsîla dewlet, disiplîn û îtaetê dest pê kiriye. Bi awayekî, yê ku porê xwe dibire hêza xwe wekî serdestiyê dihesibîne. Ev berevajîbûn, felsefeya serdestiyê eşkere dike ku bi riya bedenê birêve diçe. Kî porê kê jê bike, dem û bîra wê jî jê dike.
Ew sira jiyanê ya ku bi wateyê tê hûnandin e
Ji çanda Ma ya li Mezopotamyayê ve, por sembolek bi wate bûye û heta roja îro jî wisa berdewam dike. Di çanda her gelî de, por nîşaneya bêziman a nasname, şîn, azadî û naziktiyê bûye. Dîroka mirovahiyê ne tenê di kevir û nivîsê de, di beden û tevgerê de jî tê hilgirtin. Por, zimanê herî kevin û mayînde yê vê bîra bedenî bûye. Dema şîn tê têkbirîn, dema evîn tê qeftek tê dayîn û di bayê azadiyê de belav dibe. Her têlek porê ku tê dirêjkirin, hûnandin û birîn, beriya estetîka takekesî şopa çarenûsa kolektîf hildigre. Di Mezopotamya û çanda devkî ya Kurdan de, tevn, kezî û por hûnandin ne tenê kiryarên fîzîkî ne; ew girêdanek bi heqîqetê re ne. Ew sira jiyanê ya ku bi wateyê tê hûnandin e. Kezî ne tenê formeke estetîk e, ew forma girêka bîra civakî ye jî. Her girêk çîrokek hildigre, her şikil zincîra binemalek, her girêdan prensîbeke etîk e. Ji ber vê yekê, di çanda dayîkê de, birîna por ne tenê guhertinek şiklî ye, qutbûna dilsoziya bi gerdûnê re ye; sirgûn, mirin, windakirina nasnameyê ye.
Çîroka Medûsaya çil kezî
Îro jî, li Mezopotamyayê û bi taybetî li Kurdistanê, por bûye zimanê nasname, rûmet, pîrozî, bedewî û esaletê. Jin dema ku dirêj dibe porê xwe dibirin; ew ji bo ku hezkirin û dilsoziya xwe nîşan bidin porê xwe dihûnin û dibirin. Ev rêûresm hîn jî di nav Kurdên ku baweriya Êzidiyan diparêzin de tê kirin. Li Mezopotamyayê porê Înanna; li Anadoliyê ya Kîbele; li Îranê ya Anahîta, ne tenê sembolên bedewiyê ne, di heman demê de riyên enerjî û zanînê ya gerdûnî ne jî. Herî zêde jî çîroka Medusayê ku porê wê mar e ji hemûyan balkêştir e. Wisa xuya dike ku çîrokên jina çil kezî ji Medusayê heta roja îro hatiye veguhestin. Medusa jinek bû ku ji ber bedewî û hêza xwe hem jê dihat tirsîn û hem jî heyrantiyek çêdikir. Wisa xuya dike ku sira li pişt “jina çil kezî” ji wê tê. Îro, di vegotinên çandî û berhemên hunerî de, wek nimûne di fîlma Avatar de, kezî wekî sembola girêdana bi xweza û gerdûnê re têne bikar anîn. Di fîlm de, ew keziyên xwe bi çûkek nêçîrvan ve girêdide, çûkê aram dike û girêdanek xurt ava dike. Ew li ser pişta wî siwar dibe û difire.
Du kezî ontolojiyek dualî sembolîze dikin
Cûrbûna keziyan, keziyên jinên Kurd ne tenê xemlek e, nivîsek dîrokî ye. Her keziyek, mîna riyek e ku li serê çiyê vedibe: hem rê nîşan dide û hem jî êşa kesên ku tê re derbas dibin hildigre. Du kezî ontolojiyek dualî sembolîze dikin: jiyan û mirin, evîn û şer, mal û çiya, dayîk û xwedawend. Sê kezî jî pîroziya sêalî ya Mezopotamyaya kevnar tînin ziman: Dayîk-Xwedawend-azadî, Xak, Av û jiyan; an jî jin, civak û xweza… Jin di porê xwe de çil kezî dihewîne; her keziyek çerxek jiyanê hildigire, her tayek zanistek ji nifşekî bo nifşekî din hildigire. Çil, ne tenê nirxek hêjmarî ye, temambûn, berxwedan û çerxek pîroz e jî. Çil kezî, hûnandina jinan a hem dîrokê hem jî bîra civaka xwe ye. Ew yekbûna kaosê bi sazûmaniyê re, êşê bi zanistê re û têkoşîna takekesî bi berxwedana kolektîf re ye. Ji ber vê yekê, çil kezî ji pêşandaneke estetîkî bêtir; ew halê nîşanîbûna jiyan û azadiyê di beden û çandê de ye. Dema ku jin porê xwe dihûne, ne tenê xwe dixemilîne; ew dem, civak û pêşerojê dihûne. Çil kezî estetîka berxwedanê, xwebaweriyê, esaletê û azadiyê ye. Di çanda Kurdan de, por ne tenê hêmanek estetîkî ye; ew zimanê sembolîk ê dem, zayend, şîn, evîn û serhildanê ye. Kezî jî, zanista gerdûnê ye ku vî zimanî sazûman dike, bîranînê girêk bi girêk bi pêşerojê ve girêdide.
Di çanda Kurdî de, birîna por ne tenê kiryarek fîzîkî ye; ew şkestinek ontolojîk ango hebûnî ye. Ji bo jineke xemgîn birîna por, hewldanek e ji bo rawestandina herikîna demê. Ew îfadeya bedenî ye ku dibêje: “Ez êdî ne wekî berê me.” Ev hevwateya çandî ya kevnar a tiştê ku psîkolojiya nûjen jê re dibêje “şikestina nasnameyê ya piştî travmayê” ye. Por li vir dirêjiya xwebûnê ye; birîna wê veşartina nav axê ya parçeyek xwebûna xwe ye. Ew mirin e, xeyda ji jiyanê ye, serhildan e.
Her hûnandinek girêdanek watedar a demê ye
Ji aliyê din ve kezî berevajî vê yekê, kiryarek sererastkirin, komkirin û ji nû ve girêdanê ye. Ya tevlîhev dike sazûmaniyê, ya perçebûyî jî tîne gel hev. Ji hêla felsefî ve, kezî ji kaosê afirandina sazûmaniyek gerdûnî ye. Her hûnandinek girêdanek watedar a demê ye. Ji ber vê yekê ye ku di çîrok û vebêjên dengbêjiyê yên Kurdî de, jin dema ku porê xwe dihûnin çîrokan vedibêjin; ji ber ku her du jî heman tiştî pêk tînin: bîrê girê didin û wê ji windabûnê rizgar dikin.
Jinan dîroka xwe di porê xwe de hilgirtine
Dema ku dayîk serê sibehê porê zarokên xwe yên tevlîhev şeh dike, ku hestê aramî û vejînê di hundirê zarok de û belavî malê dibe, îfadeya herî berbiçav a vê yekê ye. Kezî di heman demê de şêweyek nivîsê ya enerjiya mêtiyê ye. Di demên ku nivîsandin qedexe bû û ziman dihat tepeserkirin de, jinan dîroka xwe di porê xwe de hilgirtine. Nexş, morîk û rengên benan alfabeyek bêdeng diafirînin. Beden dibe arşîvek; por jî dibe rêzên dîrokê. Ev yek ji kevintirîn şêweyên epîstemolojîk ên berxwedanê li dijî mêtînkariyê bûye.
Kezî şêweya diyalogê ya sazûmankirî ye
Ji aliyê felsefî ve, por berdewamî bi xwe ye; ew wek demê dirêj dibe, diherike û zêde dibe. Kezî jî hişmendî ye ku şekil dide vê herikînê. Di vê wateyê de, jina Kurd ne tenê ya ava dike, vediguhere mijarek ontolojîk ku demê rêxistin dike, dîrokê girê dide û çareserkirina wê asteng dike. Kezî şêweya diyalogê ya sazûmankirî ye. Ew kiryara veguherandinan a belavbûyî dike sazûmaniyê, ya yekane dike pirjimarî û ya demkî dike bîra daîmî. Dema ku jin porê xwe dihûne, ne tenê têlan, dem, êş, hezkirin û berxwedanê jî bi hev ve girêdide. Her hûnandin girêdana takekesî a bi kolektîf re ye. Ji ber vê yekê, hûnandina por ne xemilandinek e. Ew dubarekirina şêweya girêdana gerdûnî ya di laş de ye. Çawa ku gerdûn bi girêdana atoman madeyê, bi girêdana stêrkan galaksiyê diafirîne, jin jî bi hûnandina porê xwe, jiyan, nasname û çarenûsa xwe bi hev ve girêdide.
Kezî bû sembolek zindî ya hem berxwedana dîrokî û hem jî bîra kolektîf
Me pêvajoya herî nêzîk a veguherîna vê demarê kok ji bo tevgereke jînerjiyê dît: Dema ku çeteyên terorîst ên HTŞ’ê şervaneke jin a YPJ’ê şehîd kirin, wan keziya wê birîn û wekî ganîmeta şer nîşan dan. Dema ku ev nûçe li ser medyaya dîjîtal belav bû, her jin û mêrekî Kurd ê ku li her çar perçeyên Kurdistanê dijî, dest bi çalakiya hûnandina keziyan kirin. Enerjiya çalakiyê hîn jî pêl bi pêl belav dibe… Ne tenê li Kurdistanê, li gelek deverên cîhanê, jinên ku pêşketinan dişopandin, bi awayekî ferdî an jî wekî rêxistin, dest bi hûnandina keziyên xwe kirin. Li derdora van keziyan rêxistineke mezin, bipêşket. Kezî êdî ne tenê rêûresmek bû; ew bû sembolek zindî ya hem berxwedana dîrokî û hem jî bîra kolektîf. Bandora wê ewqas bi hêz bû ku vê çalakiyê heta pergalên dewletan jî tirsand. Ji ber ku por û kezî qada herî xuya û nikare were qontrolkirin temsîl dikir ku beden û nasname bi azadiyê re yek bûn.
Di encamê de, por û kezî di çanda Kurdî de ji estetîkê bêtir hebûnî ye. Beden nivîsek e; por jî rêzên herî kevin ên wê nivîsê ne. Her têlek tê birîn, her keziyek tê şewitandin, ne tenê windahiyek takekesî ye, di heman demê de şikestinek di bîra kolektîf de vedike. Lê her porê ji nû ve tê hûnandin, her girêkek girêdayî, vê yekê dibêje: yekitî û tevahî heqîqet e. Heqîqet evîna azad a bi jînerjiyê re ye.