Dema kezî dibe berxwedan
Alaa Farah
Îro di nava bûyerên ku Kurd bi lez dijîn de, di demek ku siyaset ketiye nava pevçûnan de û zimanê hêzê ji her cûrê gotinê serwertir de, astengiya girîng a li ber pirsgirêka Kurd tê paşguhkirin. Nasnameya çandê, bi taybetî sembolên biçûk, bi taybetî ya hebûn û berxwedanê.
Di nava van sembolan de ‘kezî’ wek rêgezek ku tenê ne kevneşopiyek e derdikeve pêş. Ew îşareta aydiyetek û bîra kolektîf a zindî ye. Her tim li hemberî hewldanên tinekirinê, perçeyek vegotina gelê ku hewl dide xwe biparêze ye. Dema em behsa keziyên Kurd dikin, ne tenê bi awayê vegirtina por û bedewkirinê, em behsa zimanek jinên Kurd ji nifşan bi zimanek bêdeng diaxivin dikin. Aydiyeta ji ta, jinbûn, sebir û hinek caran keziyek ku vegotina berxwedanê hildigre...
Kezî, her tim di nava jiyanê de hebû
Îro tiştê ku Kurd rûbirû ne, ne tenê pevçûnên leşkerî û dûrxistina siyasî ye, ev rewş heta hûrgîliyên biçûk ên di jiyana rojane ya mirovan de dirêj dibe. Ziman, cil, fêrbûn û heta dîtina derve. Di vî alî de keziyên Kurdan, bûye îfadeya redkirinê ya kûr û bêdeng. Redkirina serîtewandinê, ji kokan û nasnameyê îfade dike. Kezî, her tim di nava jiyanê de hebû, di mal de kezî tên çêkirin, jin, zarok û mêr hevkarî dikin. Her çiqas dem biguhere jî wateya xwe ji dest nedaye, berovajî wê, sembolê zêde dike. Îro jî îradeya domandinê temsîl dike û bi bîr dixe ku nasname bi biryarekê nayê jêbirin, bi hêsanî nayê şikandin.
Hedefgirtina van sembolan rê li ber pêvajoyek jêbirin û berfireh vedike
Parastina van cûreyên sembolan, divê wek bêrîkirinên paşerojê bên dîtin, berovajî perçeyek hebûnê ye. Sembolên çandî ne luksek e, rêgeza bingehîn a parastina bîra kolektîf e. Dema ev sembol tên hedefgirtin an jî biçûkxistin, rê li ber pêvajoyek jêbirin û berfireh vedike. Keziyên Kurdan, dibêjin bi sadebûnê gotinên dirêj ên siyasî nehatiye gotin. Ev gel hê li van dera ne û hê dizanin kî ne. Dibe ku kezî hevsengiya hêzê naguhere, lê belê ya ji wê girîngtir diparêze; nasname.
‘Ez hîs dikim ku kezî dişibe Sûriyeyê’
Di çerxek ku nexşe hatin guhertin û vegotin ji nûve hatin nivîsîn de, ev hûrgîliyên biçûk, Kurd di dîrokê de tu deman nebûne jêrenot, berovajî wê, şahidiya ku xwediyê çîroka hê tê nivîsandin e. Li welatek ku şer di têkiliyan û heta bîrê hewl daye hemû tiştî perçe bike, keziyên Kurd ne tenê diruşmeyek bilindkirina nasnameyê ye, bi bêdengî îsbat kir ku ne pratîkeke rojane û biçûk e ji destê ku porê digre, di dilê ku jibîrkirinê reddike de bi dawî dibe. Ji bo min her dema ez keziyê Kurd dibînim, ez hîs dikim ku ew dişibe Sûriyeyê. Gelek tayên ketiye nava hev, hinek jê ji wê zêdetir paş ve çûye, hinek jî ji westanê nerm bûne. Lê di encamê de keziyek e. Hinek caran dibe tevlîhev bibe, hinek caran pêwîstî bi ji nûve rastkirinê heye, lê belê bi hêsanî venabe.
*Endama Jineolojiyê ya Lûbnan û Rojhilata Navîn