DEM Partî’yê li êrîşa zayendperest a li dijî Leyla Zana gilî kir
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li hember êrîş û heqareta zayendperest a li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana, gilî kir.
Navenda Nûçeyan- Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî êrîş û heqareta zayendperest a li hember siyasetmedara Kurd Leyla Zana, gilî kir. Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê, li ser navê Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan gilî kir.
Di serlêdanê de hate xwestin ku li hemberî kesên di nava komên alîgirên Bûrsasporê de sûc kirine, lîderên trîbûnê yên heqaret bi rê ve birin, amîgoyan, rêveberên kulûbê û kom û alîgirên Ankaragucu yên heman kiryar dewam kirin, karê pêwîst bê kirin. Di serlêdana gilîkirinê de her wiha hate xwestin ku berpirsyariya hakeman, tîmên teknîkê, nûner û çavdêrên Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) jî bê lêkolînkirin.