DEM Partî têkildarî ‘nîqaşen li ser rêbazên zayînê’ daxuyanî da
Meclisa Jinan a DEM Partiyê, der barê nîqaşên li ser rêbazên zayînê yên jinan de daxuyaniyek weşand û got: “Em ê destûr nedin nerehetiya ku bi 'pêşniyarên çareserî' yên zayendperest, li dijî bihêzbûna jinê tê nîşan dan.
Navenda Nûçeyan – Meclisa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî), der barê nîqaşên li ser hilbijartina jidayikbûnê û mafê gihîştina tenduristiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya li ser hesabê X’ê wiha ye: "Mafê hilbijartina zayînê û gihîştina tenduristiyê, zihniyetekî ku kodên zayendperest û dijminê jinan, ne amûrek siyasî ye!
Xwedî mafbûna jinan a li ser bedana xwe, kikara herî mezin a vê zîhniyetê ye.
Daxuyaniyên zayendperest ên der barê rêbazên zayînê de, avakirina tehekûmê ya li ser bedana jinê ye. Cudakirina xizmetên tenduristiyê ya di bin navê 'şerm' û 'fikar' de; hilberandina zayendperestî û paşguhkirina îradeya jinan e.
Mafê biryardayîna ka çawa zarokan bînin û biçin kîjan bijîşkî, aydê jinê ye. Pirsgirêkên ku jin di gihîştina tenduristiyê de dijîn, ne bi polîtîkayên cudakar û zextker, bi lênêrîna tenduristiyê ya bêpere û bi kalîte ya li ser bingeha wekheviya zayendî, dikare bê çareser kirin.
Em ê destûr nedin nerehetiya ku bi 'pêşniyarên çareserî' yên zayendperest, li dijî bihêzbûna jinê tê nîşan dan, mîna fikarek civak û jinan bê pêşkêş kirin.
Hedê xwe bizanîn!”