‘Dem dema parastina felsefeya Jin Jiyan Azadî ye’

Rêvebera Mala Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Îsa tekez kir ku serhildan û sîstemên ku jin tê de pêşengî nekin, xwedî rol nebin û ne azad bin wê hilweşin û got: “Di sedsala azadiya jinan ne mumkun e sîstem an jî serhildan bê rola jinan serkeftî bin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşek bi pêşengiya jinan pêk hat û 13 sal in bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ber dewam dike, dibe nimûne ji tevahî cîhanê re. Rêvebera Mala Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Îsa destkeftiyên ku jin bi şoreşê de bi dest xistine û bi êrişên dewleta Tirk re xeteriyên ku li ser destkeftiyên jinan heye ji ajansa me re nirxand.

‘Şoreşa azadiyê 47 sal in berdewam dike û bûye model ji tevahî cîhanê re’

Rîma Îsa da zanîn ku serhildan û sîstemên ku jin di wan de ne xwedî rol û pêşeng bin, ber bi hilweşandinê ve diçin û wiha anî ziman: “Di dîroka Kurdan de gelek serhildan pêk hatin lê mixabin ev serhildan bi bin ketin ji ber ku jinan di hemû warên şoreşê de cihê xwe negirtin. Şoreşa Rojava bû mînakek ji hemû şoreşên cîhanê re. Dema jin di nava şoreşan de cih bigrin û pêşengiyê bikin, ew şoreş bi ruh, hevgirtin, siyasetek paqij û wekhev ava dibe. Ji ber vê yekê şoreşa azadiyê, 47 sal in didome, bi pêşengiya jinan berdewam dike. Têkoşîna jinan ji 47 salan ve heya roja îro bûye model û nimûne her kes dixwaze jê sûdê bigre û tevli wê bibe.”

‘Guhertina hişmendiyê bi pêşengiya jinan pêk hat’

Rîma Îsa tekez kir ku jin di guhertina hişmendiyê de xwedî biryar in û wiha axaftina xwe domand: “Di Şoreşa Rojava de ger sîstema hevserokatiyê ji komînan nehatibûya birêxistinkirin wê şoreş bi ser neketa û ewqas salên dirêj ruxmî êrişên heyî nedomiya. Bi riya vê sîstemê, jin dikaribûn xwe zana bikin. Şoreşek ku qeyd û bendên zihniyeta baviksalarî şikand û îro gihîşt asteke wisa ku mêr daxwaza azadiya jinan di nava civakek azad de dikin û li dijî cureyên tundiyê bi jinan re disekinin. Herdu zayend gihîştin wê baweriyê ku çawa bûn koleyên hişmendiya baviksalarî ya dewlet dide meşandin lewma gavên pîroz di nava vê şoreşê de tên avêtin.”

‘Di vê sedsalê de şoreş bi hebûna jinan dikarin serkeftî bin’

Rîma Îsa bal kişand ser qebûlnekirin û serhildanên ku li dijî sîstemên desthilatdar hatine kirin û wiha got: “Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe birêxistin kir, hêza xwe ava kirin, ji bo avakirina civakek azad û wekhev di hemû qadên şoreşê de pêşengî kirin. Bûn dozger, dayik, bijîşk, şervan û parêzvanên destkeftiyên şoreşa xwe. Ev sedsal sedsala azadiya jinan e lewma ne mumkun e şoreşek an jî sîstemek bê ku jin cihê xwe tê de bigrin bi rengekî azad û hişmendiyek azad bi ser bikevin. Ji ber ku serhildanên pêk hatin bi taybetî li Sûriyeyê li dijî sîstemek ku bi salan li ser wê civakê hatibû ferzkirin û li gelek welatan îro li dijî sîstema desthilatdarî û koletiyê derdikevin. Em nikarin bibêjin civakek azad û wekhev bêyî ku jin tê de hebin azad be.”

‘Dem dema parastina felsefeya Jin Jiyan Azadî ye’

Rîma Îsa bang li hemû jinan kir ku felsefeya Jin Jiyan Azadî ji êrişan biparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê sedsalê de jin li ku derê bin bila bin îdî qebûl nakin mafên wan werin xwarin. Jin wê li ber xwe bidin û li dijî hişmendiya koletiyê serhildanan pêk bînin. Em dixwazin her kes li Şoreşa Rojava binêre û destkeftiyên vê şoreşê bibîne ku çawa ruxmî êriş, komkujî û koçberiyê têkoşînek mezin didin meşandin. Em jî weke tevgera jin, bêguman qebûl nakin jin ji mafên xwe yên rewa werin dûrxistin û kolekirin, jinek li ku derê rastî tundiyê were em ê bi ruhê felsefeya Jin Jiyan Azadî wê azad bikin. Îro em têkoşînê li hemberî zihniyeta 5 hezar salan dimeşînin. Ev zihniyet bi gelek rê û rêbazan dixwazin têkoşîna me bi dawî bikin. Bi taybet piştî belavkirina felsefeya Jin Jiyan Azadî êriş dijwartir bûn. Ji bo ku em bikaribin xwedî li vê felsefeyê derkevin pêwîst e jin li her derê rabin û asta têkoşînê bilindtir bikin. Dem dema parastina felsefeya Jin Jiyan Azadî ye.”