‘Dê têkoşîna Eyşe Îman û Qamar bidome’
Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Zeyneb Delshîr diyar kir ku dê têkoşîna Eyşe Abdel Qader, Îman Ehmed û Qamar Al-Aswad ku di êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Mibicê de hatin qetilkirin berdewam bike.
Reqa- Dewleta Tirk û çeteyên wê ji destpêka meha Kanûnê ve heta niha êrişên dijwar li dijî bajarê Minbic ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Di êrişan de endamên Kombûna Jinên Zenûbiya Eyşe Adbel Qader, Îman Ahmed û Qamar Al-Aswa jiyana xwe ji dest dan. Endama Kombûna Jinên Zenûbiya Zeyneb Deshir diyar kir ku dê têkoşîna Eyşe Adbel Qader, Îman Ehmed û Qamar Al-Aswa bidome.
Zeyneb Delshir da zanîn ku ji jinên hatine qetilkirin Eyşe Abdel Qader ji ber her ji xaka xwe dûr dijî, asta hezkirina xwe ya ji bo welatê xwe di xebatên xwe de teyîsand û wiha got: “Bi pênûs û kamereya xwe, her dem dixwest êş û têkoşîna jinan bigihîjîne dinyayê. Ev ceribandina wê ya destpêkê di rojnamevaniyê de bû, di demek kurt de dikaribû derbikeve qadê. Li Tebqayê piştî dewreya perwerdeya girtî hemû tiştên fêr bû dixist pratîkê.”
‘Cesaret dida derdora xwe’
Zeyneb Delshir diyarkir ku Eyşe Abdel Qader di malbatek welatparêz de mezin bûye û got: “Di mijara pêşxistina xwe de teşwîqa herî mezin ji malbata xwe girt. Dema êriş li dijî Minbicê destpê kirin, bi her kesê re nerehetiyek hebû lê belê Eyşe Abdel Qader bal kişand ser pêwîstiya berxwedanê û bi vî awayî cesaret da derdora xwe. Dema êriş gihîşt bajar, şerê kolanan dest pê kir. Eyşe Abdel Qader, Îman Ehmed û endamên din ên jin ji bo nekevin destên çeteyan bilez ji bajar derketin. Ji ber tê zanîn çete çi li dijî jinan dikin. Dema gihîştin pira Qereqozaqê dewleta Tirk wesayîda ku tê de bûn kir hedef. Eyşe Abdel Qader, Îman Ehmed di wê êrişê de jiyana xwe ji dest dan.
‘Di parastina xaka xwe de şûnde neman’
Zeyneb Delshir anî ziman ku Îman Ehmed dayika 4 zarokan bû, wiha domand: “Îman Ehmed jî ji ber baweriya wê ya bi şerê gelê şoreşgerî, beşdarî Hêzên Parastina Jin bû. Tevî zarokên wê hebûn ji parastina xaka xwe şûnde nema.”
‘Li dijî paşverûtiyê têdikoşiya’
Zeyneb Delshir destnîşan kir ku Qamar Al-Aswad ku di êrişan de jiyana xwe ji dest daye, hevjînê xwe berdabû, du zarokan xwedî dikir û wiha got: “Qamar Al-Aswad dayikek mînak bû, jinek xwedî cesaret û bawerî bû. Tevî şertên zehmet hewl dida, ji bo du zarokên xwe xwedî bike gelek xebitî. Di gelek qadan de xebat da meşandin. Weke rêveber û perwerdekara akademiya civakê xwe di sûddayîna bilindkirina asta zanista jinan de weke erk û berpirsyar didît. Di nava konfarensa Îslam Demokratîk de xebat da meşandin û ji bo jin bi awayekî bi bandor beşdarî konferansê bibin erk girt. Qamar Al-Aswad, li dijî paşverûtiyê dixebitî. Biçûkxistina jinan û cudakariya zayendî qebul nedikir.”
‘Dê têkoşîn bidome’
Zeyneb Delshir diyar kir ku bajarê Minbicê dema di sala 2016’an de ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin Qamar Al-Aswad berpirsyarî girt û wiha got: “Mamê Qamar Al-Aswad yek ji çeteyên girêdayî dewleta Tirk bû. Ji bo ew ji xebatê qut bibe her dem gef lê dixwar lê belê Qamar Al-Aswad serî li ber gefan netewand û xebatên xwe didomand. Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî ketin bajarê Minbicê, Qamar Al-Aswad ji aliyê mamê xwe yê çete ve hat qetilkirin. Em soza berdewamkirina têkoşîna hersê jinan didin. Ji bo bibe dengê hemû jinan Eyşe Abdel Qader ji dil dixebitî, kamera û pênûsê wê dê li erdê nemîne.”