Dê ciwan ji bo Sûriyê rêxistinbûna xwe mezin bikin

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Halîma Ahmed Îsmaîl anî ziman ku ji bo Sûriye veguhere welatek wekhev û demokratîk ew ê têkoşîna xwe mezin bikin û got: “Ji bo pêşeroja azad a Sûriyê em bi hev re mekanîzmaya xwe ya biryargirtinê ava bikin.”

NUCAN ARAS

Hesekê – Bi hilweşîna rejîma Baasê re li Sûriyê pêvajoyekê bi lez û bez didome. Biryarên rêveberiya demkî ya Heyet Tehrîr El Şam a cîhadîst ku xwe dispêre qanûnên şerîetê, rastî nerazîbûnan tê. Her wiha piştî ku ji aliyê komek ku çete û kujerên jinan jî di nav de cîh digirin ve wek ‘serokê dewletê’ hat ragihandin, hevdîtina wî ya bi Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re jî wek kûrbûna pirsgirêkan a li welat tê nirxandin. 

Gelên ku ezmûna Rêvebereya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêja û girîng dibînin, dibêjin ku krîz encax bi hikûmeta ku hemu gelan bi awayek wekhev tê de cîh bigire dikare bê derbaskirin. Pêkhateyên herêmê dixwazin ku li welat destûrekê nû bê nivîsandin, hilbijartina serokê dewletê bê sazkirin û ji bo girtina gelek biryarên din ‘Kongreya Netewî’ bê lidarxistin. Her wiha destnîşan dikin ku divê di hemu biryaran de avabûnek demokratîk bê avakirin. Jin û ciwanên ku Şoreşa Jinan a li Rojava bipêş ket weke nîşaneyek girîng destnîşan dikin, weke parçeyek ji vê pêvajoyê jî dibêjin ku mifteya çareseriya krîza li Sûriyê, di destê xwe de digirin.

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Halîma Ahmed Îsmaîl anî ziman ku ji aliyekê ve ew hilweşîna rejîmê pîroz kirine, lê li aliyê din jî hatina rêveberiya demkî ya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) a cîhadîst bi fikaran pêşwazî kirine. Halîma Ahmed Îsmaîl tiştên ku di guhertina nû ya Sûriyê û pêvajoya avabûnê de tên jiyîn, ji ajansa me re nirxand.

‘Em pergalek wekhev û demokratîk dixwazin’

Jinên ciwan ên pêşketinên li welatê xwe ji nêz ve dişopînin destnîşan dikin ku rejîma Baasê di 61 salên desthilatiya xwe de li dijî gelên Sûriyê û jinan gelek binpêkirinan kirine û dibêjin ku ji bo heman pêvajo neyê jiyîn ew ê têbikoşin. Halîma Ahmed Îsmaîl bal kişand ser erk û berpirsiyariya jinên ciwan a di avakirina perspektîfa xwe ya di Sûriya nû de û wiha got: “Em jinên ciwan pergalekê wekhev û demokratîk a ku mafê hemû jinan misoger bike û azadiya wan pêk bîne, dixwazin.”

‘Divê jin li derdora piştevaniya hevpar birêxistin bibin’

Halîma Ahmed Îsmaîl diyar kir ku di pêvajoya destûra bingehîn de gelek biryar hatine girtin û anî ziman ku di vê guhertinê de hebûna wan ne zelal hatiye hiştin. Halîma Ahmed Îsmaîl a got “Di avabûna Sûriya nû de cîh girtina jinan ji bo pêşeroja Sûriyê gelek girîng e”, axaftina xwe wiha domand: “Ji bo gelên li Sûriyê hê bi aramî, aştî û yekîtiyê bijîn, avakirina bingeha yekîtiyek bihêz a di navbera jinan de ji her demê bêtir pêwîst e. Di avabûna Sûriyê de li derdora piştevaniyê birêxistinbûna tevgerên jinan û jinên ciwan, dê xebatên wan hê bibandor bike. Ev jî bi berfirehkirina eniya berxwedanê pêkan e. Divê ev pêvajoya guhertina li Sûriyê bi fikr û destê jinan be.”

'Li ser jinan êrîşeke bîrdozî û dîrokî heye'

Helîme Ehmed Îsmaîl da zanîn ku li Sûriya nû, mafên jinan û civakê ji gelek aliyan ve tên binpêkirin û wiha domand: “Di nava civakê de, li dijî jinên ciwan û jinan bêtehemulî, êrîşeke bîrdozî û dîrokî heye. Di rêveberiya demkî ya Sûriyê de, HTŞ nikare bi wê feraseta  xwe, li ser navê jinan, zagonên ku mafên jinan misoger dikin diyar bike. Tenê jin dikarin bi xebatên hevpar mafên xwe misoger bikin. Desthildatî nikarin mafên jinan bidin. Divê jin beriya her tiştî bi hev re bifikirin, bi hev re tevbigerin, azadiya xwe misoger bikin û bibin xwedî destkeftiyan."

Helîme Ehmed Îsmaîl diyar kir ku Şoreşa Jinan a Rojava, ji bo jinan çavkaniya îlhamê ye. Helîme diyar kir ku di avakirina Sûriya nû de divê pergalek ku xwe dispêre wekhevî, îradeya azad û ramanên jin û gelan were avakirin. Helîme da  zanîn ku dê ev yek ji bo jinan û civakan bibe mînak.

'Pergala nû divê ruhê jinan temsîl bike'

Helîme Ehmed Îsmaîl got ku di pergala nû de divê reng, deng, fikir û ruhê jinan temsîl bibe û nirxandinên xwe wiha domand: “Pêşengî û rêxistinbûna jinan, di heman demê tê wateya pêşengî û rêxistinbûna civakan. Dewletên hegemon, lêgerîna azadiyê ya nifşên nû û jinan, ji bo berjewendiyên xwe bi xeter dibînin. Encamên têkoşîn û berxwedana ciwanan ên bi xwe re şoreşê tîne baş tên zanîn loma tirs ji vê yekê heye. Tirsa ji ciwan, jinan û polîtîkayên ku li dijî civakê tên meşandin, ji ber vê tirsê ye.”

'Divê em mohra xwe li dîrokê bidin'

Helîme Ehmed Îsmaîl, wiha domand: "Colanî, dest datîne ser destkeftiyên jinan, zagonên şerîetê li ser jinan ferz dike, jinan qetil dike û li ser navê wan biryaran digre. Hema bibêje hemû cîhan li dijî van bûyerên li Sûriyeyê bêdeng e, tenê temaşe dike. Divê jin bi awayekî lezgîn werin ba hev, destkeftiyên xwe biparêzin û mora xwe li dîrokê bidin. Divê em di vê dema zor û mercên giran de tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernedin. Divê em li mora xwe li vê serdema dîrokî ya ku her kes dibêje ‘dê çi bibe’ û bêdeng temaşe dike bidin.”

'Şoreşa Jinan a Rojava berhema Rêber Apo ye'

Helîme Ehmed Îsmalî bal kişand ser Şoreşa Jinan a Rojava û wiha got: “Şoreşa Jinan a li Rojava bi pêş ket, ked û berhema Rêber Apo ye. Ê ku xweşikbûna jinan nîşanî me da, peywir û berpirsyariyên me anî bîra me Rêber Apo bi xwe ye. Weke jinên ciwan ên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê; em dixwazin li Sûriyeya wekhevtir, adil û azad di nava aramî û aştiyê de bijîn.” Helîme Ehmed Îsmaîl, got ku riya jiyana di nava aştiyê de tenê têkoşîn û pêşxistina azadiyê ye û diyar kir ku ji ber vê yekê, ew her diçe zêdetir bi têkoşîna xwe ve tên girêdan.

'Em bi hev re mercên jiyana azad ava bikin'

Helîme Ehmed Îsmaîl, di berdewamiya axaftina xwe de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê bi bîr xist, bal kişand ku jinên ciwan li dijî êrîşan bi cesaret pêşengî ji berxwedanê re kirine. Helîme Ehmed Îsmaîl got: “Jin û gelên ku xwedî ruhê yekitiya civakî, zanîna dîrokî ya welat, hezkirinê ne, dizanin ku di her bostek axa wan de bîranîn û têkoşîna şehîdan heye; di vî riyê de xwedî li destkeftiyên şoreşê derdikevin.”

Banga ji bo ciwanan

Helîme Ehmed Îsmaîl, di dawiyê de bi bang li hemû ciwanan kir û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo avakirina Sûriyê divê jinên ji bawerî, nasname, mezheb, ziman û çandên cuda di nava hevgirtinê de, bi piştgirî û alîkariyê; jiyana azad bi hev re ava bikin. Ji bo pêşeroja Sûriyê divê em mekanîzmayên xwe yên biryargirtinê bi hev re ava bikin.”