Dayîkên Yemenê: Bila zarokên me bê şert bên berdan

Di çarçoveya kampanyaya “Ji îşkenceyê re na” de, Komeleya Dayîkên Revandiyan şahidiyên bi êş ên rizgarbûyên ji girtîgehan anîn ziman û daxwaza berdana bêşert û merc a hemû girtiyan kir.

RANIYA EBDULLAH

Yemen — Li Yemenê dosyaya kesên revandî û windakiriyên bi darê zorê rastî baldariyeke zêde ya rêxistinên mafên mirovan tê. Li gel zêdebûna şahidiyên ku eşkere dikin ka girtî rûbirûyî çi cure îşkence û nêzîkatiya xerab dibin, di nav daxwazên berdewam de, ji bo eşkerekirina çarenûsa wan, mîsogerkirina dadperweriyê û dawîanîna li bêcezakirinê hene.

Komeleya Dayîkên Revandiyan duh, li bajarê Teîzê yê li başûr rojavayê Yemenê, rûniştineke guhdarkirinê ji bo hejmarek rizgarbûyên ji girtîgehan organîze kir. Ev çalakî wekî beşek ji kampanyaya parastina mirovî ya bi durûşma “Ji îşkenceyê re na.. Dadperwerî mafê qurbaniyan e” û hemwextî Roja Cîhanî ya Piştgiriya Qurbaniyên îşkenceyê, hat lidarxistin.

Ji kesên rizgarbûyî şahidiyên bi êş

Rizgarbûyan di rûniştinê de şahidiyên bi êş li ser rûbirûbûna xwe ya bi îşkence, windakirina bi darê zorê û nêzîkatiya xirab a di hundirê girtîgehan de pêşkêş kirin. Her wiha wan tekez kir ku van binpêkirinan bandorên kûr ên derûnî û mirovî li ser wan û malbatên wan hiştine.

Daxwazên Komeleyê

Komeleya Dayîkên Revandiyan diyar kir ku armanca vê rûniştinê ew e ku doza revandin û windakirina bi darê zorê di hişmendiya giştî de zindî bimîne. Komeleyê tekez kir ku ev binpêkirin bi derbasbûna demê re nayên jibîrkirin. Komeleyê daxwaza darizandina berpirsên van karan, eşkerekirina çarenûsa windakiriyên bi darê zorê û berdana hemû revandiyan bêyî tu şert û merc kir.

Rêvebera Giştî ya Komeleya Dayîkên Revandiyan Esma El-Raî, di hevpeyîvîneke taybet de di dema rûniştinê de ji nûçegihana ajasa me re axivî û wiha got: “Armanca me ya sereke îro ew e ku em doza revandin û windakirinên bi darê zorê di wîjdana civakê û rêxistinên navneteweyî de zindî bihêlin. Em dixwazin ku bi eşkereyî ji tevahiya cîhanê re bêjin ku ev doz û binpêkirinên ku zarokên me rûbirûyî wan tên, bi derbasbûna demê re ji bîra tu kesî naçin.”

Derbarê daxwazên sereke yên komeleyê de, Esma wiha berdewam kir: “Me daxwaza berdana bilez û bêşert a hemû zarokên revandî û eşkerekirina bilez a cihên windakiriyên bi darê zorê kir. Her wiha me bal kişand ku pêwîst e berpirsên van binpêkirin û tawanan bên darizandin di dadgehên dadperwer de. Me darizandina zelal û mîsogerkirina çareserkirina zirarê ji bo qurbaniyan kir.”

Wê axaftina xwe bi balkişandina ser qonaxa piştî berdanê bi dawî kir û hestên xwe wiha anî ziman: “Sûdmendî û azar bi derketina zarokên me bi dawî nabe. Ji ber vê yekê em daxwaza dadgehkirinên adil dikin ku mafê çareserkirina zirarê ji bo kesên azadkirî mîsoger bike. Her wiha piştgiriya pêwîst ji bo ji nû ve entegrebûna wan di nav civakê de peyda bike, da ku ev yek bi wan re bibe alîkar ku bandorên vê ezmûna dijwar derbas bikin.”

Hezar û 332 revandî hatine îşkencekirin

Komeleyê di çalakiyê de îstatîstîkên belgekirî ragihandin û tê de hat diyarkirin ku hezar û 332 revandî di hundirê girtîgehan de rûbirûyî îşkenceyê bûne. Komeleyê da zanîn ku di heman demê de 88 kesên din jî di bin eşkence û kiryarên tund de li cihên girtinê mirine.

‘Divê dosyayên revandiyan ji yên leşkerî bên veqetandin’

Ayîşe El-Udeynî ku yek ji endamên komeleyê ye, diyar kir ku kampanyaya “Ji îşkenceyê re na.. Dadperwerî mafê qurbaniyan e”, ji bo piştgirî û dadweriya kesên ku tundî li wan hatiye kirin û hesabpirsîna ji berpirsên binpêkirinan tê. Ayîşe, tekezî li ser pêwîstiya berdana hemû revandiyan bê şert û merc, veqetandina dosyaya revandiyan ji dosyayên leşkerî û mîsogerkirina mafê çareserkirina zirarê ji bo kesên zirar dîtine kir.

Komeleya Dayîkên Revandiyan careke din bal kişand ser berdewamiya hewlên xwe yên ji bo piştgirîkirina qurbaniyan û gihandina dengê wan ji qadên navxweyî û navneteweyî. Komeleyê daxwaza pêkanîna dadperwerî, berpirsyariya qanûnî û mîsogerkirina nehiştina bêcezakirina tawanbarên binpêkirinan kir.