Dayikên Parka Lale banga mezinkirina têkoşînê kirin
Dayikên Parka Lale ya Îranê, di 3’emîn salvegera serhildana şoreşgerî ya "Jin Jiyan Azadî" de, ji bo bibîranîna Jîna Emînî û kesên di şoreşê de jiyana xwe ji dest dane daxuyaniyek weşandin û banga domandina têkoşîna azadî û wekheviyê kirin.

Navenda Nûçeyan – Dayikên Parka Lale ya Îranê, bi wesîleya salvegera qetilkirina Jîna Emînî û 3’emîn salvegera serhildana şoreşgerî ya "Jin Jiyan Azadî", daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de tevahî kesên di şoreşê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn û ji bo azadî, wekhevî, rakirina cezayê darvekirinê û darizandina lîderên sûcdar ên Komara Îslamî ya Îranê, banga domandina têkoşînê kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Sê sal di ser qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve û destpêkirina serhildana şoreşgerî ya 'Jin Jiyan Azadî' de derbas bû. Jinên wêrek, kefiyên xwe şewitandin, li dijî xwe nixumandina bi zorê rabûn û li dijî her cûre cudakarî, newekhevî û baviksalariyê û li dijî rejîma êrîşkar û sûcdar a Komara Îslamî ya Îranê kirin derketin û li ber xwe dan. Çend mehan, wan kolan kirin yên xwe. Lêbelê, ew bi zordestiya hovane ya hikûmetê re rû bi rû man. Gelek xwepêşanderên wêrek hatin qetilkirin, gelek jin û ciwan kor bûn û birîndar bûn û bi hezaran xwepêşander hatin girtin.”
‘Jin li dijî hemû êrîşan li ber xwe didin’
Dayikên Parka Laleyan, di daxuyaniyê de balkişandin ku jin, komên etnîkî û gelên ku li Îranê dijîn di bin zextek mezin de ye û gotin: "Komara Îslamî ya Îranê çawa ku hat ser desthilatdariyê, dest bi zextên li ser jinan kir û jinên me yên wêrek ji vê demê vir ve bi wêrekî li hemberî vê rejîma paşverû, baviksalar û zordar li ber xwe dide. Ev rejîma faşîst, zextên xwe yên li ser komên etnîkî yên mîna Kurd, Tirkmen, Ehwaz û Beluc didomîne û bi cezayên giran û darvekirinê re ceza dike.”
Di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku Komara Îslamî ya Îranê, ji tirsa berfirehbûna xwepêşandanan, bi awayên cûrbecûr jiyana xelkê sînordar dike û wiha hate gotin: “Em niha di pêvajoyek pir xeternek de derbas dibin. Niha sê aktîvîstên jin ê Şerîf Mihemedî, Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û nêzî 60 girtiyên siyasî yên din di bin gefa darvekirinê de ne û serdegirtinên li ser malên aktîvîstên siyasî û olî zêde bûne.”
Banga têkoşînê
Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî girtiyên siyasî yên jin li Girtîgeha Qerçekê hate şermezar kirin û balkişandin li ser hevgirtina malbatên daxwaza edaletê dikin. Dayikên Parka Lale, bang li raya giştî û hêzên alîgirê azadiyê kirin ku li hember zilm, cudakarî û bêedaletiyê bêdeng nemînin û bi têkoşîn dayîne cîhanek adilane û mirovî ava bikin.
Di daxuyaniyê de 8 daxwazên sereke hatin ragihandin:
“Demildest berdana girtiyên siyasî û baweriyan.
Rakirina cezayên qamçiyan û cezayê darvekirinê.
Divê girtiyan bi awayekî vekirî û adilane bên darizandin.
Azadiya raman, îfade û çapemeniyê.
Azadiya cil û berg û mafê kontrolkirina bedana xwe.
Mafê xwepêşandan, grev, civîn û avakirina partî û rêxistinên serbixwe.
Di mafên hemwelatibûnê de wekhevî û ji holê rakirina hemû cudakariyan.
Cudakirina ol û dewletê.”
Dayikên Parka Lale, herî dawî destnîşan kirin ku ji bo azadî, wekhevî û edaleta civakî, divê avahiya dîktatorî ya Komara Îslamî ya Îranê bê hilweşandin û ji bo pêşeroja Îranê planeke nû bê were avakirin.