Dayikên pakrewanan: Em bi Rêberê xwe re ne

Dayîkên pakrewanan helwestên xwe yên derbarê banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gotin: “Em bi nerîna Rêberê xwe re ne ku welatê me bi aştî ava bibe, mafên Kurda bicîh bên.”

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) roja 27’ê Sibatê li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûnişt. Di heyeta Îmraliyê de Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek, Faîk Ozgur Erol û  Ahmet Turk hebûn. Piştî hevdîtinê li Stenbolê peyama Abdullah Ocalan hat xwendin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di peyama xwe de banga dîrokî ya siyaseta demokratîk kir.

Derbarê vê peyama dîrokî ya Abdullah Ocalan û dîtina wêneyên wî ku piştî demekê yekem car hatin dîtin, dayîkên pakrewanan helwest û nêrîna xwe ji ajansa me re anîn ziman.

‘Em bi Rêberê xwe re ne’

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Şaziya Îbrahîm, li ser bandora ku dîtina wêne li ser wê hiştiye, rawestiya. Şaziya helwest û nêrîna xwe derbarê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi van gotinan anî ziman: “Dema ku me wêneyên Rêber Apo li ser televîzyonan piştî demekê dît, emrek derbas dibe, di wê demê de zarokên biçûk ji dayîka xwe re hatin dinyayê û niha jî bûne şoreşger. Dewleta Tirk bila baş zanibe û nebêje wê gelê Kurd gavekê bi şûn de bavêjin. Ev tişt ne mumkin e ku em dev ji felsefeya Rêberê xwe berdin û gavek jî bi şûn de bavêjin. Em dayîkên şehîdan dibêjin me kezeb daye, mêjiyê Rêberê me li cî ye û em bi Rêberê xwe re ne. Tu dayîkek ku bixwaze zarokên wê şer bikin û xwîn birijê tuneye. Em bi nerîna Rêberê xwe re ne ku welatê me bi aştî ava bibe, mafên Kurda bicîh bên.”

‘Em aştî biratî û wekheviyê dixwazin’

Şaziya Îbrahîm daxwaza welatekî bi aştî  û aramî ava bibe kir û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest. Dayîka Şaziya û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em weke dayîkên şehîdan û dayîkên Kurdan em mafê xwe dixwazin. Welatekî ku em tê de bi aramî bijîn dixwazin. Em aştî biratî û wekheviyê dixwazin, destê xwe bidin hev û Tirkiyeke nû ava bikin. Ji ber ku tu carî welatê Tirkan bê Kurdan ava nabe, bila dewleta Tirk vêya baş zanibe. Dewleta Tirk dibêje ka em îro wekheviyê çêkin û siyasetê bikin, PKK’ê çekê deyne li aliyê din ji li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî toparanan pêk tîne. Ew çiqas topbaranan li ku pêk bînê jî, em gelê kurd li ser fikir û felsefeya Rêber Apo jiyan dikin, em tu carî  dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em ji Rêberê xwe re dibêjin heta em yek Kurd li ser piya hebin, me bi axaftinê te re erê kiriye em maf û Kurdistana xwe û xwîna zarokên xwe vala vala bernadin. Em ji dewleta Tirk re dibêjin bi însanetî destê xwe bidê Rêberê me ser sera û çavan. Lê ku tu bi dijminatî siyasetên qirêj û qirkirina berê bikî, em ji te re dibêjin na, Kurd hene em ê ji te re bêjin na. Em Rêberê xwe bi dilekî germ hembêz dikin û di demeke nêz de Rêberê me azad bibe û di azadiyê de em hev bibînin.”

‘Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Hêvî Seyid jî da zanîn ku ji ber dîtina wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek bi kelecan bûye û nêrînên xwe bi van gotinan eşkere kir: “Peyama Rêber Apo ji me re hat xwendin û me wêneyê wî dît, bi heyecan û moralek pir xurt em li benda vê rojê bûn. Dema ku min wêneyên Rêber Apo dît, pir hestyar bûm û min rondik barandin. Ez bi wî wêneyî bi bandor bûm. Peyama Rêber Apo ji me re hat xwendin ku got bila PKK çekê deyne. Rast e bi me dayîkên şehîdan giran bû, lê dema ku em hatin ku em gotinên Rêberê xwe şîrove bikin, me got biryara rast ya Rêberê me ye û em dibêjin ku Rêberê me ev biryar dabe rast e. Em bi biryarên Rêberê xwe re ne. Rêber Apo di peyama xwe de dibêje ku PKK bila kongreya xwe li dar bixe, lê ew kongre bê Rêber Apo çênabe, gerek Rêberê me azad be û cihê xwe di kongreyê de bigre.”