Dayîkên ku ev du meh in çavên wan li riya zarokên wan in: Êdî bes e
Dayîkên dîlgirtiyan anîn ziman ku ew zarokên xwe ji rêveberiya demkî dixwazin û gotin “heta ku zarokên me vegerin jî emê bexwedana xwe bidomînin.”
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Di 6`ê çileyê ve ji hêla Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê ve êrîşek li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hat destpêkirin. Armanca van êrîşan qirkirin û tunekirina gelê Kurd bû. Rêveberiya demkî êrîş bir ser Dêr Hafir, Tebqa û Reqayê jî. Di vî şerî de şervan, zarok û jinên Kurd berxwedanek bêhempa ya hebûna Kurdan meşandin. Berxwedan û tekoşîna vî gelî rê li pêşiya qirkirina gelê Kurd girt. Di nava vî şerê giran de gelek kes dîl ketin destên rêveberiya demkî. Ev zêdetirî 2 mehan e ku zêdetirî hezar û 70`yî dîlgirtî di destên rêveberiya demkî de ne.
Di derheqê jiyan, ewlehî û tenduristiya dîlgirtiyan de malbat gelek bi fikar in û nerihet in. Ji ber vê yekê jî, rojane çalakî ji bo rewşa dîlgirtiyan tên lidarxistin. Lewma îsal li seranserî Rojavayê Kurdistanê, hemû çalakiyên 8`ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi daxwaza berdana dîlgirtiyan pêk hatin.
Dayîkên dîlgirtiyan ji ajansa me re anîn ziman ku ew zarokên xwe ji rêveberiya demkî dixwazin.
Cîhan Mihemed anî ziman ku ew jî wekî gelek dayîkan lawê xwe yên dîlgirtî dixwaze û wiha got: “Lawê min Alan wekî gelek xortên vî welatî, dîl hatiye girtin û li gel rêveberiya demkî ye. Welatekî bindest û lê şer heye, pêwîst e berxwedan û têkoşîn jî hebe. Gelek kes dibêjin we li Reqa, Tepqa û Dêr-EL-Hafirê çi dikir, ji ber deverên Ereban e? Eger em neçûbana wan deveran, îro li tevahiya cîhanê navê Kurdan çênedibû û Kurd nedihatin qebûlkirin.”
Ji 15’ê Çileyê heta niha tu agahî ji kurê xwe negirtiye
Dayîka Cîhan bi bîr xist ku Kurdan hêza herî xurt a di cîhanê de, ango DAIŞ’ê jî şikandiye û wiha domand: “Ji ber vê, cîhan bi tevahî ji bo Kurdan rabûn û derketin meşan û xwepêşandanan. Ji ber ku em di rewşekî şer de ne, wê dîlgirtî, birîndar û şehîd jî hebin. Heta ku Kurdek li cîhanê hebe, berxwedan ji wan re divê. Lawê min jî wekî evqas xortan berê xwe da çeperên şer. Destpêkê li perwerdê bû, vegeriya malê. Zindî çûn ji bo şerê Eşrefiyê. 2 roj piştî vegera xwe, got ezê biçim, ji ber ku ev şerê hebûn û tunebûnê ye. Roja 15`ê Çileyê ji malê derket û çû, roja 17`ê Çileyê got itîfaqî heye emê xwe vekişînin û heta îro jî ez tu agahiyek li ser lawê xwe nizanim.”
‘Rêveberiya demkî xiyanet kir’
Dayîka Cîhan anî ziman ku rêveberiya demkî xiyanet kiriye û da zanîn ku ew wek dayîkek, lawê xwe ji rêveberiya demkî dixwaze. Cîhan Mihemed hestên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Eger zarokên me vegerin jî wê berxwedana xwe bidomînin. Her kes dizane ku Kurd di tengasiyê de bihêztir dibin. Herkesî dît ku di vê rewşê de çawa Kurd li tevahiya cîhanê bûne yek, ev tiştekî baş û girîng bû.”
‘Kezeba me dişewite’
Esma Şikrî da zanîn ku lawê wê yê ku dîlgirtî li gel rêveberiya demkî ye, navê wî Mihemed e û li Dêr EL-Hafirê hatiye giritin. Dayîka Mihemed ragihand ku rewşa tenduristiya kurê wê xerab e û ev agahî dan: “Ev nêzî du mehan e ku tu agahî li ser lawê min Mihemed tuneye. Lawê min li Dêr EL-Hafirê hat dîlgirtin. Dema dawî ku bi min re axivî got ez jî wekî havlên xwe me û ev şerê hebûn û tunebûnê ye. Lawê min jî wekî hevalên xwe ye, eger şehîd jî bê, ez serbilind im ji ber wî. Lê tirsa me ji ber ku di destên vê rêveberiya demkî de ya ku bi fikrekî DAIŞ`ê tevdigere ye.
Kezeba me dişewite, rojiya me ne rojî ye, xwarina me ne xwarin e û em rihet nabin heta ku zarokên me venegerin. Çavên me maye li rêya dîlgirtiyên me. Ez hewar û hêviya xwe dighînim Mezlûm Ebdî ku zarokên me bi aştî vegerin. Bes e welleh, kezeba me şewitî û em pir westiyan. Daxwaza me ji Neteweyên Yekbûyî û ji rêxisitinên mafên mirovan, bila zarokên me bi aştî vegerînin.”
‘Komên pir biçûk tên berdan’

Helîma Nebî destnîşan kir ku lawê wê Ismaîl ji 17`ê Çileyê ve li Dêr EL-Hafirê dîl hatiye girtin û li gel rêveberiya demkî ye. Helîma da zanîn ku komên ku tên berdan ji dîlgirtiyan pir kêmtir e û wiha got: “Lawê min Ismaîl li Dêr EL-Hafirê ji 17`ê Çileyê ve li ser destên rêveberiya demkî dîl hatiye girtin. Roja 17`ê Çileyê bişev ji min re xeber şand, got dayê êrîşî me dikin ez hew dikarim bi te re bi axivim. Em bang li her kesî ku bikaribe tiştekî ji me re bike ku zarokên me vegerînin, dikin. Dibêjin wê îro jî komek ji dîlgirityan werin, lê gelo ew kom yek du kes in. Ji ber komên ku berdidin gelekî hindik in.”
‘Li gorî ku tê zanîn hezar û 70 dîlgirtî hene’
Dayîka Helîma diyar kir ku beriya çend rojan çûne Hesekê, gotine ewê komek were, du rojan di bin baranê de mane, herî dawî komek gelekî hindik hatiye û lawê wê ne têde bûye. Dayîka Helîma hêvî û bendewariyên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Li gorî tê zanîn, hezar û 70 dîlgirtî hene. Gelo wê ev hejmar li ser çend koman werin berdan? Dema ku em derdikevim meşan, kes ji gel bi me re dernakeve û pişta me nagirin. Ev gel nabêje ka ev kes ji bo kî dîl hatine girtin? Pêwîst e hemû dewlet rabin meşan û daxwaza azadiya dîlgirtiyan bikin. Çiqas em dibêjin hindik e, kezeba me dişewite, em mane li wêne, dîmen û dengên wan guhdar bikin. Min digot lawê min eger tu şer bikî, tenê li deverên Kurdan şer bike. Digot na emê biçin wan deveran ji bo ku wan biparêzin.”