Dayîkên ji Sine banga edaletê kirin
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê dayîk çûn serdana gorên zarokên xwe yên ku di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de nemir bûne û daxwaza edaletê kirin.
Navenda Nûçeyan – Dayîkên dadxwaz li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi boneya Şeva Yelda serdana gorên hezkiriyên xwe yên di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de nemir bûne kirin û ew bi bîr anîn.
Dayîkan li ser goran mûm pêxistin, wêneyên zarokên xwe bilind kirin, li dijî desthilata Îranê dirûşme bilind kirin û daxwaza edaletê kirin.